KOBANÎ
Hêzên YPG’ê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanî de gundên Zormixar û Ziyaret ku li qeraxa Çemê Firatê ne ji çeteyan rizgar kirin.
Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku îro hêzên YPG’ê li gundên Zormixar û Ziyaret ên rojavayê hêmama Kobanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de her du gund bi temamî ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Tê zanîn ku gundê Zormixarê gundê herî dawî li ser sînora herêma Kobanî ji aliyê rojava ve ye û li rex Çemê Firatê ye.


