Hewlêr
Xwendekarên ku bi pîleyeke bilind ji zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistana Federe mezûn bûne li Hewlêrê carek din hatin ba hev û xwestin ew bene tayînkirin.
Di nav kesên daxuyanî dane yên bi pîleya yekemin, duyemîn, sêyemîn ji peymangeh û zanîngehan mezûn bûne hebûn. Ew dîsa li ber deriyê Desteya Wezîran ya Hikmeta Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
Mezûnan wisa got: “Îro cara 32'yan e em li vir kom dibin û daxwaza tayînkirinê dikin. Ger em neyên tayînkirin, em neçar in serî li helwestek din bidin. Ji ber ku em nayên tayînkirin, asta nav navendên zanîngeh û peymangehên herêmê jî dikeve. Gelo hûn qet dahatûya welat nafikirin?.”