logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Almanyayê vîze nedaye endamên PENa Kurd

Balxozxaneya Almanyayê ya li Tirkiyeyê, destûr nedaye ku endamên PENa Kurd biçin Almanyayê û beşdarî Kongreya PENa Kurd

  • Dîrok: 07/07/2022
  • Beş: Nûçe

Ferîd Demîrel

Balxozxaneya Almanyayê ya li Tirkiyeyê, destûr nedaye ku endamên PENa Kurd biçin Almanyayê û beşdarî Kongreya PENa Kurd bibin.

Endamên PENa Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn, ji bo beşdarî Kongreya 11ê ya Asayî ya PENa Kurd bibin, serî li Balyozxaneya Almanyayê dane û daxwaza vîzeyê kirine. Balyozxaneyê bi sedema ku “wê biçin û venegerin” serlêdana beşek ji endamên PENa Kurd qebûl nekiriye.

Endamên PENa Kurd ên ku destûra çûnê ji bo wan nehatiye dayîn daxuyaniyek weşandiye. Mehmet Akdogan, Meral Şîmşek, Roza Metîna û Heval Dilbiharî di daxuyaniyê de behsa pêvajoya serlêdanê kiriye û gotiye ku digel ku hemû belgeyên wan, tevî daxwaznameyên PENa Kurd hebûn, Balyozxaneyê daxwazên wan ên ji bo vîzeyê qebûl nekiriye.

Balyozxaneya Almanyayê ji bilî kesên ku pasaportên wan kesk hene û du endamên din ên PENê, daxwazên vîzeyê yên endamên din ên li Tirkiyeyê dijîn, red kiriye.

Li gorî zanyariyan Balyozxaneya Almanyayê li Iraqê jî bi heman sedemê ji bilî 3 kesên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dijîn, daxwazên vîzeyê yên endamên PENa Kurd qebûl nekiriye.

“Biryareke polîtîk e”

Endamên PENa Kurd sedema ku Balyozxaneyê diyar kiriye bi gotina “sedemeke binevala” penase kirine û bi van gotinan li dijî vê biryarê derketine: “Berî her tiştî divê em destnîşan bikin ev yek li dijî mafên mirovan û li dijî demokrasiyê ye, binpêkirina kar û xebatên nivîskarî, rewşenbîrî û entelektuelî ye. Diyar û zelal e ku ev astengkirin encama biryareke polîtîk e. Ev helwesta Almanyayê encama têkiliyên desthilatdarên wê yên bi desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê re ne, ku ev têkilî li dijî me kurdan hatine sazkirin. Hevdîtin, civîn û kiryarên van heyamên dawiyê yên NATO'yê yên li dijî kurdan jî, vê yekê bi awayekî hê zelaltir li ber çavan radixe.”

Nivîskar û helbestvanan bang li PENa Navnetewî û saziyên peywendîdar kiriye û xwestiye ku helwesta xwe diyar bikin:

“Astengkirina beşdarbûna kongreyê binpêkirina mafê mirovan, guhnedana hiqûqa navneteweyî, demokrasî û azadîxwazî û rewşenbîriyê ye. Em wek nivîskar û endamên PENa Kurd, vê helwesta li dijî demokrasî, azadî û hiqûqa navneteweyî şermezar dikin û bang û gazî li PENa Navneteweyî û PENên hemû welatan, hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh û tevgerên kurd, herwiha li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî dezgeh, kesayet û derdorên mafparêz, welatparêz û demokrat dikin ku, li dijî vê kiryarê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bidin, xwedî li nivîskar û rewşenbîrên kurd û PENa Kurd derkevin, da ku careke din tiştekî wiha neyê jiyîn.”

"Hemû belgeyên me hebûn"

Nivîskar Heval Dilbiharî jî bianetê re got ku hemû belgeyên wan temam bûn, PEN bûye kefîl lî dîsa jî vîze nedane wan û heta niha ti nivîskar li ser navê PENê neçûye welatekî û li wer nemaye. Dilbiharî diyar kir ku “Gelo heta niha ji bo endamên PENên din ti astengiyeke bi vî rengî derketine yan na?” û sedema nedana vîzeyan bi gotina “sedemên polîtîk in” şîrove kir.

Me ji Wezareta Almanyayê re name şand lê bersiv nedan

Serokê Rûmetê yê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Hacoyî ji bianetê re diyar kir ku ji bo nivîskar û helbestvan beşdarî Kongreyê bibin, wan hemû belgeyên hewce şandibûn lê dîsa jî vîze nedane wan. Hacoyî got ku Balyozxaneyan “bi gûmana wê biçin Almanyayê û venegerin” vîze nedane û piştî vîze nedan endamên wan, wan ji Wezareta Karûbarên Derve ya Almanyayê re nameyek şandiye da ku biryarê sererast bikin. Li gorî gotina Dr. Zerdeşt Hacoyî Wezaretê bersiv nedaye wan.

Dr. Zerdeş Hacoyî di dewama axavtina xwe de destnîşan kir û got, ew gûman dike ku girêdaneke siyasî jî hebe di vê biryarê de:

“Ji ber sedemên siyasî me nikarîbû di sala 2022yê de li ser xaka xwe, li Bakurê Kurdistanê kongreyê çêbikin. Beriya niha di sala 2013ê de me kongreya xwe li wir çêkir. Di sala 2005ê de jî me konferansek li wir li dar xist. Lê di van salên dawiyê de ji ber girtina nivîskar û rojnamegeran me nikarîbû li Bakur bikin. Endamên me yên nikarin werin wê bi rêya Zoomê beşdar bibin. Lê di dema dengdanê de, ji ber ku dengdan wê veşartî be, dê nikaribin dengên xwe bidin.”

Hacoyî her wiha diyar kir ku Navenda PENa Kurd rêxistineke Kurdistanî û rewşenbîrî ye, ne bi ti rêxistineke kurdan ve girêdayî ye û rêxistineke serbixwe ye.

Bîanet

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Kurdî Derê xelat û belgeyên zimanê kurdî da

ad

Paşgoyek din a li ser pirtûkan tê

ad

Igdirspor û Alîagaspor wekhev man

ad

Ji bo Efrînê klîba 'Emê vegerin'

ad

'Çîroka Şener Ozmen' ji Amedê diçe Stuttgartê

ad

Şair Ehmed Huseynî merd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname