Hikumeta Yewnanistanê fûtbol da rawestandin
Diyarname
Hikumeta Yewnanistanê ya nû lîga fûtbolê da rawestandin û nediyar e dê careke din kengê dest pê bike. Piþtî maça Panathinaikos û Olympiakos bûyer derketin û hikumetê li ser vê yekê ev biryar girt.
Yekþema borî Panathinaikos û Olympiakos bi hev re lîst. Piþti maçê bûyerên mezin derketin, li ser vê yekê Federasyona Fûtbolê ya Yewnanistanê (FFY) li hev civiya û biryara rawestandina lîgê da. Serokê FFY'ê Giorgos Borovilos got ku hikumetê Lîga Super û Lîga Duyemîn ji bo dem nediyar navber daye lîgê.
Borovilos wisa got: "Hikumetê ji bo me ragihand ku heta demek nediyar navber dane ligê. Hikumeteke me ya nû heye ku dixwaze meseleya þîdetê nîqaþ bike, li ser vê zagonên nû derxe."
Li Yewnanistanê di meha rezber û sermaweza 2014'an de du caran ji ber þîdetê navber dabûn lîgê.