Diyarname
Li her bajarî TZPKurdî çalakiya ji bo daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî li dar dixe lê ev çalakî li Şirnexê qedexe ye!
Li Şirnexê di çarçoveya qampanyaya "Êdî Bes e em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin" a ku TZPKurdî daye dest pê kirin dê dom bikira û li Taxa Yenî Mahalle dersên kurdî bihata dayîn, lê polîsên Midûriyeta Ewlehiya Şirnexê destûr nedan çalakiyê.
Polîsan diyar kirin ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara "heke ders bên dayîn mudaxale bikin" daye, lewre jî heke ders bên dayîn wê mudaxale bikin û nehêlan perwerdehiya kurdî bê dayîn.
Wekî notek: Li gelek bajaran ev çalakî li dar ket, bi awayekî tembîlî ders jî hate dayîn, lê dema mesele Şirnex be, wisa dixuye ku rewş diguhere.