logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

135 hezar kes bûn mêvanên festîvalê

33’yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bi awayekî serketî bi dawî bû. Îsal di du hefteyan de bi giştî 135 hezar kes çûn li

  • Dîrok: 23/04/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

33’yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bi awayekî serketî bi dawî bû. Îsal di du hefteyan de bi giştî 135 hezar kes çûn li fîlman temaşe kirin.

Di du hefteyên festîvalê de li 8 salonan 593 seans li dar ketin. Di van seansan de fîlm di bin navê 20 beşan de hatin nîşandayîn. Bi giştî 357 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên 245 derhênerî ku ev ji 50 welatên dinyayê bûn di festîvalê de derketin pêşberî temaşevanan. Rêja tijebûna salonan bi sedî 84 hat diyarkirin û 135 hezar kesên bûn mêvanên festîvalê her yekî li hin beşan, hin fîlman temaşe kir, demek xweş derbas kir.

Ji bilî nîşandayîna fîlma 3 dersên sînemayê, 7 gotûbêj bi beşdariya derhêner, lîstikvan an sazkarên fîlman li dar ketin. Di çarçoveya “Koprude buluşmalar” (Hevdîtinên li ser pir) de 3 atolye, 5 dersên sînemayê û 3 gotûbêj hatin organîzekirin.

Ji dinyayê bi dehan derhêner bûn mêvanên festîvalê. Roja 17’ê mehê fîlmê Zeki Okten “Suru” (Kerî) ku Tuncel Kurtiz jî têde dilîst bi beşdariya jina Kurtiz Menend Kurtiz, lîstikvan Halit Ergenç û Kenan İmirzalioglu li dar ket û Kurtiz hat bibîranîn. Ahmet Uluçay bi nîşandayîna kurtefîlmên wî û belgefîlmê “Tepecik Hayal Okulu” (Derhêner Guliz Saglam) ku li ser jiyana wî ye ew hat bibîranîn.

Beşek mezin ji çapemeniya dinyayê jî eleqe nîşanî festîvalê da. Ji Almanyayê rojnameyên Frankfurter Allgemeine Zeitung, Die Tageszeitung, Suddeutsche Zeitung, ji Fransayê L’Humanité, ji Siwîsreyê NZZ, ji Lubnanê Daily Star, ji Bulgaristanê Dnevnik Daily, ji Meksîkayê Sol de Mexico, ji Misirê Al Ahram festîval şopandin. Her wiha Euronews, Associated Press, Monocle Radyo, BBC Radyo, Televîzyona RAI ya Îtallayê, ANT1 a Yewnana, Televîzyon û radyoya Dewletê ya Çînê, Televîzyona Misirê, ARD’ya Alman, radyoyên WDR, Deutschlandradio û Radyoya Belgradê festîal şapondin. Her wiha kovarên sektora fîlman jî festîval şopandin.

34’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê saleke din dîsa dê meha avrêlê de li dar bikeve.

 

 ***  

Nûçeyên li ser Festîvala Stenbolê ya Îsal:

- ‘Ben O Degilim’ bi ser ket, kurdî hate rojevê 

- Di festîvalê de du rojên dawîn 

- 'Hebû, tune bû' li wir çîrokek hebû 

- Di festîvalê de belgefîlmên li ser kurdan 

- 10 deqe paşê dê Parîs têk here! 

- Di vekirina Festîvala Fîlman de ji bo Yilmaz Guney silav şandin 

- Şahiya fîlman: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû 

- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e        

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Hekîmtiya Kurmancî’ êdî meseleya zanistê ye

ad

Amedspor: Traore di 90+6 de gotina xwe got

ad

YNK dixwaze Berhem Salih Serokomariyê bidomîne

ad

Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatin qetilkirin

ad

Rebêrê olî yê Civaka Êzîdî Baba Şêx wefat kir

ad

Kovareke din a kurdî Nûpelda derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname