Heqi Boltan
Gelo çima di serdemên ku kurd bi ser dikevin de hevsenga derûnî ya Serokwezîrê tirk Erdogan xira dibe? Di nav hefteya borî de em careke din bi rewşeke cuda ya wisa re rû bi rû man. Dema Erdogan ji ger û geşta xwe ya ji welatên Efriqayê vegeriya, bi ser kurdan de vereşiya û wiha got, “Tirkiye tehemûla bakurê Sûriyeyê nake û dê destûrê nede bakûrê Sûriyeyê ku kurd wek bakûrê Iraqê bibin xwedî statûyeke din”. Ev daxuyanî, ne tiştekî ji rêzê ye. Divê hemû aliyên kurd vê gefa Erdogan rast bixwînin û li gor vê gefê di nav amadekariyên stratejîk de bin.
Ji bo ku xetereya vê baştir bê xuyakirin pêwîst e ku di vê der barê de em hin rewşên pêkhatî careke din bibîr bînin. Bi taybetî di destpêka dagirkirina Mûsilê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve, hê nehatiye jibîrkirin. Piştî ketina Mûsilê Hêrêma Federal di nav rehawetê de dijiya. Wekî ku dê DAIŞ qet têkilî Başûr nebe, rawestiya. Lê pir dom nekir, çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Başûr û hew mabû ku Hewlêra rengîn bikin berma xwînê. Desthilatdariya herêmê di destpêkê de hewara xwe gîhand Enqereyê. Ligel vê hewarê jî Enqereyê tu deng û tu piştgirî neda Hewlêrê.
Di wê der barê de daxuyaniyên serokên Desthilatdariya Başûr Mesût û Nêçîrvan Barzanî yên wê serdemê vê pesend dike. Heta ji ber vê helwesta Enqereyê poltîkaya navbera Hewlêr û Enqereyê cemidî. Balkêş e ku di wê demê de ji ber êrişên hov ên çeteyên DAIŞ’ê hêzên kurd ber bi hev hatin. Di eniya şer de vê di nav hêzên kurd de sînerjiyeke xurt afirand û encamên pir baş bi dest xistin. Bi vê sînerjiya hevgirtî li Hewlêr, Mexmûr, Kerkûk, Celewla û heta Şengalê çeteyên DAIŞ’ê derbên giran xwarin. Lê vê zêde li ber xwe neda. Wek ku destekî tarî bikeve nav hêzên kurd careke din rê li ber yekîtiya kurd hat birîn. Di berdewama vê de, bê ku sedemeke berbiçav derkeve holê, polîtîkayên cemidî yên navbera Enqere û Hewlêrê careke din geş bûn û wek ku qet tiştek nebûbe, hê jî dimeşe.
Piştî daxuyaniya Erdogan a ku got; “em tehemûlî statuya kurd nakin” jî tu deng ji Herêma Federal a Kurdistanê derneket. Ne rêzdar Mesûd û ne jî rêzdar Nêçîrvan Barzanî bersiv nedan vê daxuyaniyê. Ji Enqereyê ev pirs nehat kirin: “Gelo Enqere çima ji statuya ‘Bakurê Iraqê’ ewqasî aciz e? Gelo çima ji statuyeke nû ya li ‘Bakurê Sûriyeyê ya ji bo kurdan acize?” Di vê mijarê de ev guman jî di hişê mirov re derbas dibe: “Ma qey li Herêma Federal a Kurdistanê desthilatdarî ne ya kurdan e?” Hêzên Bakur û bi berxwedana Kobanê ve girêdayî hêzên din ên Rojava, ev helwest bêbersiv nehiştin; hê jî hêvî û bendewari heye ku desthilatdariya Herêma Federal a Kurdistanê bi rêbazeke beloq a dîplomatîk, vê helwesta Erdogan bêbersiv nehêle.
02.02.2015, Azadiya Welat


