QERS
Hevşaredarên Têkorê piştî polîsên maliyê bi ser şaredariyê de girtin û tevî hevşaredar Ekrem Bîngul û Şengul Erkmen xebatkarên şaredariyê hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li navçeya Têkorê ya Qersê polîsên maliyê çend roj berê bi ser şaredariyê de girtibûn û tevî hevşaredar Ekrem Bîngul û Şengul Erkmen xebatkarên şaredariyê Midûrê Muhasebeyê Reîs Kaftelek û Midûrê Karê Nivîsê Yaşar Ozdinler binçav kiribûn. Piştî kar û barê li midûriyeta polîsan qediya ew derxistin Edliyeya Têkorê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê.
Hevşaredar Bîngul, Erkmen û personelên şaredariyê Kaftelek û Ozdinler hatin girtin.
Hevşaredar û personelên şaredariyê birin Girtîgeha Qersê.


