logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

​​​​​​​Ji Rêveberiya Xweser bo Rûsyayê: Em ji bo diyaloga nîştimanî amade ne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva wezîrê karên derve yê Rûsyayê da û careke din piştrast kir ku ku pa

  • Dîrok: 04/07/2021
  • Beş: Nûçe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva wezîrê karên derve yê Rûsyayê da û careke din piştrast kir ku ku pabendî diyalog û çareseriya nîştimanî ya sûrî ne, her wiha rola Rûsyayê bi erênî nirxand ku navbeynkariyê bike.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê ve piştrast dike ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî çareser dibe."

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ku îro daye, wiha domand: “Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser kar û xebatan dimeşîne da ku bigihêje vê armancê û diyalogê bi hikumeta Şamê re pêk bîne. Lê pirsgirêka sereke ew e ku hikumeta Şamê guhertinê qebûl nake û bi zîhniyeta xwe ve girêdayî ye ku di encamê de vê aloziyê rû da. Ji ber wê hikumeta Şamê bi awayekî cidî diyalogê nake, ne tenê bi Rêveberiya Xweser re, lê belê bi aliyên din ên Sûriyê re jî.”

Her wiha Daîreyê bal kişand ser navbeynkariya Rûsyayê ya di diyalogê de û got: “Birêz Sergey Lavrov duh behsa diyaloga bi hikumeta Şamê re kir û em vê yekê wek gaveke erênî ber bi pêkhatina çareseriyê ve dibînin.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de hêvî kir ku Rûsya roleke erênî di vê diyalogê de bilîze û wiha dewam kir: “Em ji bo diyaloga nîştimanî amade ne û ji bo wê gelek civîn bi hikumeta Şamê re li dar ketin. Rûsya dizane ku sedema binketina wan civînan hikumeta Şamê ye, ji ber ku bi israr e ku rewşa Sûriyê vegerîna mîna beriya 2011`an.”

Daîreyê destnîşan kir ku kiryarên hikumeta Şamê ne li gorî xebatên diyalogê ne, bi taybet bûyerên kuştinê yên bê ser û ber û tevgerên provokatîf ên li Helebê û çargoşeyên ewlehiyê yên li herêma Cizîrê. Daîreyê da xuyakirin ku ji vir diyar dibe ku hikumeta Şamê der barê çareseriyê de ne cidî ye.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev yek piştrast kir: “Em ê pabendî diyalog û çareseriya nîştimanî bin. Ew rêgezeke stratejîk e. Em rola Rûsyayê bi erênî dinirxînin ku navbeynkariyê bike û di vê çarçoveyê de encamên pratîk pêk bîne. Wek Rêveberiya Xweser em amade ne diyalogê bi hikumeta Şamê re bikin, lê bi şertê ku taybetmendiya herêmên me û fedakariyên ku di têkoşîna li dijî terorê û ji bo parastina Sûriyê û yekitiya wê de dane, li ber çavan bê girtin.”

ANHA

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Yeqîn H. quncikê xwe çalak dike

ad

Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn

ad

Meşa Siya Şevê

ad

Ji bo 150 hezar mexdûrên şer banga lezgîn

ad

Nîqaşa şanoyê

ad

Tiştên wisa jî diqewimin: Ji bo estetîka çong çû nexweşxaneyê û mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname