Diyarname
Ev nêzî du mehan e li dor Bendava Tişrînê pevçûn didomin. Ji 8'ê vê mehê ve jî ji bo parastina bendavê gelê sivîl çûye ber bendavê û bendavê diparêzin. Ji wê rojê ve çend caran hêzên hewayî yên Tirkiyeyê êrîşê wir dikin. Di êrîşa îro de kesekî bi navê Mihemed Şefîq îsmaîl (65 salî) canê xwe ji dest da, 22 sivîl birîndar bûn.
Li aliyê din xwendekara Zanîngeha Rojava ya bi navê Ronîza Mihemed (foto) ku 15'ê mehê di êrîşê de birîndar bûbû, îro canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyên hatine belavkirin heta niha 6 caran êrîşê sivîlên li dor bendavê hatine kirin. 11 caran jî êrîşê karwanên diçûn cem bendavê hatiye kirin. Di van êrîşên heta niha hatine kirin de bi giştî 22 sivîllan canê xwe ji dest daye, 140 kes jî birîndar bûne.


