Diyarname
Lîstikvan Erdal Kaya bi stand-upa xwe ya bi navê "Vik û Vala" vê carê berê xwe dide Ewropayê. Tûrneya Kaya 9'ê kewçêrê wê li Berlinê dest pê bike û 26'ê kewçêrê li Stutgartê bi dawî bibe. Di vê çarçoveyê de li bajarên Almanya, Fransa û Avusturyayê wê derkeve ser dikê.
Kaya bi stand-upa xwe "Vik û Vala" li bajarên wekî Amed, Wan, Batman, Stenbol, Mêrdîn, Enqere, Edene û Entabê derketibû pêşberî temaşevanan. Niha jî wê here Ewropayê. Li gor bernameyê 9'ê kewçêrê ewê li Berlinê, 10'ê kewçêrê Nunberg, 12'yê kewçêrê li Dusseldorfê bilîze û ji win derbasê Viyanayê bibe. Lîstika li Viyanayê 19'ê kewçêrê ye. Dûre 20'ê mehê li Offenbachê, 24'ê mehê li Parîsê û roja 26'ê mehê li Stutgartê tûrneya xwe temam dike.