'Ev der ne deriyê bavê walî ye'
Amed
Mebûsên BDP'ê li ber deriyê Walîtiya Amedê bertekên tûj nîþan dan. Demirtaþ got, 'Ew ne waliyê Amedê ye', Tan jî wisa got: Ev der ne deriyê bavê walî ye.
BDP'ê ji bo balê bikiþîne ser rewþa girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwest li Amedê mîtîngekê li dar bixe. Waliyê Amedê bêyî ku sedemeke nîþan bide mîtîng qedexe kir. Digel qedexeyê jî gel derket kuçeyan, lê polîsan bi êrîþeke dijwar pêþî li gel girt. Ji aliyekê ve jî polîsên sivîl bi kurdî û tirkî li kolanan anons dikir û digotin mîtîng hatiye qedexekirin.
Mebûsên BDP'ê jî li kuçeyan bûn. Di dawiyê de Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaþ û Gultan Kiþanak, mebûsên BDP'ê Altan Tan, Nursel Aydogan, Ahmet Turk, Sirri Sureyya Onder, Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir û þaredarên navçeyan digel komek gel li ber deriyê Walîtiya Amedê hatin ba hev. Polîs pêþî derket pêþiya wan pêre jî xwest hin kesên ji gel bigire bin çavan. Hat gotin ku di vê navberê de walî ji avahiyê derketiye çûye. Lê mebûs gihîþt ber deriyê walî. Dema polîsan xwest hinan ji gel bigire bin çavan Þaredar Baydemir hêrs bû û bi hêrseke mezin, çend caran got "Xwedê belayê we bide".
Paþê mebûsan li ber derî daxuyanî da çapemeniyê. Vane gotinên mebûsan:
- Ahmet Turk:
Îro li welatê me, li ser axa xwe, wekî ku em kesên ji rêzê bin li hemberî me tevgeriyan. Îro dîmena ku li vê derê derket holê dîmeneke ji Sûriyeya Esad jî wêdetir e. Îro digel van hemû þaþiyan jî em hêvî dikin wijdan û aqil derkevin pêþ. Ji bo ev grev bi mirinan bi dawî nebin emê hewldana xwe bi awayekî xurtir nîþan bidin. Û em ji bo pêþî li mirinan bigirin hewce bike emê bedenên xwe jî bidin ber mirinê.x
- Altan Tan:
Ev der ne deriyê mala bavê walî ye, ev deriyê welatê min e. Dibêje, ez axa me, ez paþa û derî digire. Ev der ne deriyê bavê wî ye. Ez bixwazim êvarê, bixwazim dema nimêja sibê de ezê bêm vir. Ev der ê me ye. Walî rojekê dê ji vir here, lê ez xwediyê vê derê me.
- Selahattin Demirtaþ:
- (Li ser gotina polîsek ku got, 'Tiþtên hûn dikin ne zagonî ye, bêyî civanê hûn nikarin bikevin saziya fermî ya dewletê') Dema hûn bêyî li zar û zêç, extiyar û jinan binêrin her kesî didin ber copan, bombeyên gazê bi ser wan de diavêjin, hûn civanê digirin. Tu ne muxatabê min î. Tu here bila muxatabê min bê, bila walî bê. Bila walî, Midûrê Emniyetê, Cîgerê Walî bila bê. Ez li benda walî beg im. Li ber partiya min hûn nikarin li diya min, xweþkên min, birên min xin. Li walî bigere bibêje dikevin hundir. Bes e êdî ev îþkence, ev walî vî bajarî aciz dike, xwînê dirijîne. Roj wê bê ev gel wê we di nav tûyê xwe de bixeniqîne. Walî bi civanê dikeve partiya min? Walî bi bombeyên gazê bi copan bi civanê dike partiya me?
Digel ku Midûrê Emniyetê got ji bo lidarxistina mîtîngê tu pirsgirêk nîn e jî walî mîtîng qedexe kiriye. Ji bo em vê ji walî bipirsin em hatin walîtiyê. Em dipirsin tu zilamê kî yî? Tu dixwazî çi bikî? Armanca te çi ye? Tu ji kî fermanê digirî? Di dema ku li Amedê te peywir kiriye de te her þer gur kir. Te meþ, mîtîng qedexe kirin, bi daxuyaniyên te dan te li çiyê, li bajêr þer gur kir. Ji bo em bipirsin tu zilamê kî yî em hatin vir. Yê hikumetê, yê dewletê, yê hêzên navneüweyî... Diyar e ku ne waliyê Amedê ye. Tu zilamê kî yî, em li vê derê li benda bersivê ne.
Ger îro me li Amedê mîtînga xwe li dar bixista dibe ku me peyamên xurtir pêþkêþ bikira. Lê ji ber ku pêþî li vê girtin nayê wê wateyê ku emê dest jê berdin. Her saet, her deqîqe emê hewldanên xwe xurtir bikin. Li hundir jî, li derve jî em bi biryar in ku pêþî li mirinan bigirin. Em bi biryarin ku bi siyasetê vê yekê bikin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin
- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev
- Rewþenbîr: Em naxwazin bi vê þermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaþ: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beþdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêþî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaþar Kemal
- Þivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewþenbîran piþtgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piþtgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Þaredaran piþtgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne