Diyarname
Di Euro 2012, di "Koma Mirinê", Koma B de xwediyê panzêran Almanya û porteqalên Hollandayê hatin hemberî hev. Ji bo Hollandayê sedî sed pûan lazim bû. Berevajî vê Almanya hinek din rehet bû û ger bi ser biketa, dê ji komê derketa. Di encamê de Hollanda gelek li ber xwe da, lê nekarî li hemberî panzêran ber xwe bide. Di encamê de Almanyayê bi du golên Mario Gomez, Hollanda bi 2-1 têk bir û pûanên xwe derxist 6'an. Bi vê jî, di nav hemû komên Euro 2012'yan de bû yekemîn tîm ku mafê ji komê derketin û derbasî çarîkfînalêbûyînê bi dest xist. Tekane gola Hollanda Van Persie avêt, lê hê jî tu pûanên wê nîn in.
Di Koma B de maça din di navbera Portekîz û Danîmarka de bû. Portekîzê bi 3-2 Danîmarka têk bir û 3 pûanên xwe yên pêşî girt.
Niha di komê de Alman bi 6, Portekîz û Danîmarka jî bi 3 pûanan in. Hollanda bêpûan e. Maçên dawî yên vê komê dê di navbera "Almanya-Danimarka", "Portekiz-Hollanda" de roja 17'ê mehê bê lîstin. Tîma duyem ku dê derkeve çarîk fînalê piştî van maçan dê diyar bibe.
***
Nûçeya eleqedar:
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike