Diyarname
Li Polonyayê Platforma Sivîl (PO) li muxalefetê ye. Serokê PO Donald Tusk ku serokê berê yê Konseya Ewropayê bû bang gel kir ku ji bo şermezarkirinê dakeve kuçeyan. Organîzatorên çalakiyê li gor daneyên ku şaredirî belav kirine eşkere kirine ku nîv mîlyon mirov li Varşovayê daketiye kolanê.
Li Polonyayê vê payîzê dê hilbijartin çêbe. Mirovên daketine kuçeyan buhabûn û karên qirêj şermezar kirin. Di heman demê de wan hikumeta rasgir a ku ev 8 sal in desthilatdar e jî şermezar kirine. Çalakgeran pankartên wekî "Êdî bes e", "Em Polonyayeke otorîter naxwazin" bilind kirine û diruşm qîrandine. Di heman demê de çalakgeran daxwaza hilbijartineke demokratîk û azad anîne ziman û xwestine li gor polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê tevbigerin.
Li Varşovaya Polonyayê li hemberi hikumeta neteweperes û mihafezekar nîv mîlyon mirovan daketin kolanê û çalakî li dar xistin. Li Ewropayê ligel Macaristan û Tirkiyeyê Polonya jî ji bo rêveberiyên otorîter wekî mînak tê nîşandayîn. Partiyên muxalefetê car caran ji bo hikumeta Polonyayê dibêjin "Li ser rêya Macaristan û Tirkiyeyê ye."