Enqere
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ali Babacan roja duşemê diçe serdana DTP'ê.
Babacan ji bo ku der barê Bernameya Neteweyî de agahî bide partiyên li meclisê piştî CHP û MHP'ê ji DTP'ê jî civan xwest û DTP'ê bersiva erênî da.
Li ser vê yekê roja duşema pêşiya me saet 17'an de dê Wezîr Babacan biçe Navenda Giştî ya DTP'ê û bi hevserokê DTP'ê Ahmet Turk re biaxive. Li bendê ne ku digel Turk, hevsarok Emine Ayna û Berpirsa Têkiliyên Karên Sebahat Tuncel jî di hevdîtinê de amade be.
Ali Babacan der barê Bernameya Neteweyî de dê agahî bide DTP'ê. Tê gotin ku ji ber di nava bernameyê de xalên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nîn in dê DTP'yî jê bixwazin ku ji bo ev xal jî bixinê navê ji nû ve bername bê sazkirin.