ENQERE
Xwediyê Xelata Nobelê û Serokomarê berê yê Fînlandyayê Martti Ahtisaari ku wî serokatiya “Koma Aqilmendan” jî kiriye, hat Tirkiyeyê û bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş re hevdîtin pêk anî.
Hevdîtina Martti Ahtisaari û Demirtaş roja 5'ê mehê li dar ket, bi qasî saetekê dom kir. Di hevdîtina ku li Koma BDP’ê pêk hat de digel Ahtisaari, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Holandayê Hans Van Den Broek, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Awusturyayê Albert Rohan û Serokê Weqfa Civaka Eşkere Hakan Altinay û encamê desteya rêveberiyê jî amade bûn.
Ahtisaari, di salên 1994-2000 de Serokomariya Fînlandyayê kiriye û heta niha ji Nambiya heta Kosovayê di gelek xebatên ji bo aştiyê de navbeynkarê kiriye.
Ahtisaari dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtinê pêk bîne.


