Diyarname
Ev çîroka mamosteyekî ye ku li Vartoyê dest pê kiriye. Çîroka ku bi guhdarîkirina çîrok û çîrçîrokan dest pê kiriye, guh daye dengê dengbêjan, dil bi hezkirina çandê tije kiriye û ji wir ber bi wêjeyê ve gav avêtiye. Çîroka ciwanê ku “xerclixa xwe ji bo kovarên edebî xerc kiriye”. Ev çîroka mamoste û nivîskar Cîhan Roj e. Çîrokeke ku piştî Vartoyê li Heskîf û Mêrdîna dîrokî dom kiriye û heta Îzmîrê çûye.
Cîhan Roj ku demek dirêj hem wekî yek ji şêwirmendên malperê, hem jî wekî qunciknivîskar ked da Diyarnameyê rêwîtiya xwe ya wêjeyê dom dike. Wî, heta niha 14 pirtûkên helbest, çîrok û romanan ên çapkirî û didu jî wekî e-pirtûk pêşkêşî qada kurdî kirine. Niha jî romaneke wî amade ye ji bo çapê. Me vê mehê nivîskar Cîhan Roj kir mêvanê Portreya Mehê. Kerem bikin, bila ew ji bo me qala serboriya xwe bike.
***
HATINA DINÊ Û ZAROKATÎ
Ez di sala 1965’an de (qeyda fermî 1964) li Vartoyê li gundê Înaq hatim dinyayê. Di zarokaniyê de ji derî wextên dibistanê û alîkariya karên rojane bo malbatê wekî daxwaza her zarokê lîsk bo min hewesa herî mezin bû. Li nav gund, li derî gund li nav zinar û keloşkan bi roj û li ber tava hîvê lîska bi hevalan re şahiya herî xweş bû.
Guhdarkirina çîrok û çîrçîrokan, sewt û dengê di dîlanan de, dengbêjî, di xortaniyê de guhdarîkirina li defû zirneyê… wekî cogrfaya aliyê meknaî û kulturî bûn sebeb hîsdarî û hesasiyeteke zêde li min peyda bibe. Rastî û taqeta xeyalan ji wî zemanî li min fireh bû.
SERDEMA DIBISTANÊ
Dibistana seretayî min li gund, dibistana navîn û lîse li Vartoyê xwend. Zanîngehê min li Behra Reş xwend. Navbera min û "xwendinê" pir baş bû. Êşên jiyanê dibûn sebeb em zû dest bi pirsan bikin. Li gorî mezinan xwendin riya xilasbûnê bû. Di dibistana navîn de em her roj ji gund diçûn navçeyê (qasî şeş kîlomêtro dûr bû gundê kevn).
Di lîseyê de wextekê me li navçeyê cî kirê kir. Xortaniya min û dema lîseyê di bin şertê derbeya 12 Rezberê de derbas bû. Ku lixwekirina şapikê kot jî dibû sebebê pêkutî û lêdanên bêînsaf!
XERCLIXA XWE DIDA KOVARÊN EDEBÎ
Min di sala 1993’yan de dest bi nivîsê kir. Nivîsa min a pêşî di rojnameya Welat de hate weşandin. Pêkenî bû. Bawer dikim yek ji pêkenîyan "kizmûk ê min e" bû! Çi heyf ku wê wextê hay ji alfabeya kurdî çêbûm. Di xortaniya xwe de min romaneke Anatole France xwendibû û wê wextê min gotibû dinya min ev dinya ye! Di xortaniyê de min xerclixa xwe dida kovarên edebî dikirîn.
Wexta bûm mamoste jî min ji hevalekî xwe re got, ez dixwazim bibim nivîskar û her hişê min li nivîskarîyê bû lê wê wextê nivîskarîya kurdî nedihat hişê min mixabin! Ew hewes û xwestekên nivîskariyê di kêliya nivîsa min hat weşandin di wê kêliyê de li min bûbûn hest û hîsên cuda!
Li Mûşê, li Vartoyê jiyan, rewşa kişwerî, şeş mehên zivistanê û ji tesîra folklor û dengbêjiyê wekî min got hîsên min xurt bûbûn.
MAMOSTETIYA LI HESKÎFÊ Û TÊKILIYA BI DÎROKÊ RE
Min li Heskîfê dest bi mamostetîyê kir. Heskîf û û Mêrdîn bûn sebeb têkilîya min û dîrokê, têkilîya min û rengan, zimanên cuda, dînên cuda çêbe. Her wiha pey re li Îzmîrê jî heman jiyanê dewam kir; ez ji cî û mekanên dîrokî pir hez dikim, sir û xeyalê pir cuda dijîm. Li wan mekanan carnan li ber dîwarekî, carnan li sikakeke dîrokî disekinîm/disekinim tablo û çîrçîrokên cuda ên derheqê rabirdûyê de disêwirim di hişê xwe de. Mît û efsane, destan dîrok bo min dibin zemîn ku karibim rihê xwe rengîn û dewlemendtir bikim û helbet tu carî min nexwest ez ji a aqil jî dûr bikevim çimkî bersiva gelek pirsên ku min di zarokaniyê de dikirin ew bersiv incex bi aqil mimkûn bû, hest û hîsan têr nedikir, ne mimkûn bû jî!
Di romanûsiya xwe de, di mamostetiya xwe de jî min çiqas bawerî bi xeyalan, bi hêza afirîneriyê anî ew qas jî min xwest roj û girîngiya aqil bînim bîra xwe û ji lewre di sêwirîniyê de jî ew rewş her li hişê min in!
KONFERANSA NIVÎSKARAN
Li Îzmîrê ji ber ku bi sedhezaran kurd dijîn bîyanîbûneke zêde nejîyam. Wekî bjarekî qedîm û xwedî çandeke bi tolerans û rengîn û zengîn nahêle mirov pir zêde xwe xerîb hîs bike. Ji alî pirkulturî, pirdengî û pirengînbûnê ve, ji alî dîrokî ve û medeniyetên cuda ve bajarekî balkêş e.
Çar salên pêş hew bo ziman û karên edebî dawiya heftê diçûm NÇM’ê jî piştî Konferansa Nivîskaran min bi yekcarî qerar girt û hew karên edebiyatê dan pêş xwe.
Li Îzmîrê yek ji çalakiyên kurdî konferansa nivîskaran bû. Bi pêşniyara min, bi keda NÇM û piştgiriya Azadiya Welat hat lidarxistin. Ji bo têkiliya nivîskarên li Bakur çalakiyeke pir muhîm bû. Piraniya nivîskarên Bakur amade bûn. Bi lidarxistina vê ez pir kêfxweş bûm. Ev çalakî di jyana min a edebî de çalakiyeke muhîm bû.
Dîsa yek ji xebatên kêfa min anî jî ev bû: Klûba Edebiyatê me ava kir di bin banê NÇM'ê de ji bo ciwanan. Ez û Nalîn Irgat me rê ve dibir. Me dersê edebiyatê dan. Sê çar mehan dewam kir. Ev jî xebatek muhîm bû bi ya min.
DANBERHEVEKE JI BO TÊKILIYA BI ZAROKAN RE
Têkiliyên min û zarokan baş bûn çimkî ji hîndekariyê zêdetir perwerdehî bo min muhîm bû; zarokên serbest û azad di hîndekarî û ezmûnan de jî serkeftî bûn. Min zarokaniya xwe dianî ber çavên xwe û dihat bîra min bê wê wextê min çi hêvî ji mamoste û mezinan dikir. Wê kêlîyê karê min rihet dibû di têkiliyên bi zarokan re…
Dîsa jî bîranîn û tabloyên pir biêş û erjeng hene di derheqê zarokên kurd de wexta dihatin dibistanê dem jî bi şer û pevçûn bû. Ji ber ku min çar salan di rêveberiya sendîkayê de cî girt ji alî gelemperî ê perwrdehîyê de jî bûm şahidê gelek rastî qewimînan!
Li Îzmîrê jî zarokên koçber ên ji bajarên cuda di dibistana seretayî de bi zehmetiyên cur bi cur ve rû bi rû diman.
Jin, zarok û ziman… ciyê her sêyan hem di jiyana min de hem jî di nivîskarîya min de ciyekî balkêş û taybet e!
PIRTÛKA YEKEM DERTÊ
“Ratîka” kitêba min a şiîran a yekem bû. Ez bi nasekî xwe şêwirîm, ji bo rewşa min ya wê wextê baş were zanîn min çi helbest hebûn giş weşandin. Min dikarî ji nav helbestan ên xweşik bibijartana lê min wisa nekir.
Weşanxaneya Sîyê wê wetxê ked û piştgiriyeke hêja da min û gelek kesên din. Bi weşandina kitêba yekem re ez pir kêfxweş bûm. Pey re çîrok û roman hatin. Berhem û afirîneriyên edebî bo min rengê rih û dengê aqil in, rê û pir in wisa ne ku her kêliyê mimkûn e meriv karibe biçe gelek welatan, gelek zemanan û karibe welat û zemanên xwe biafirîne…
Û hela meriv ji nav çandeke devkî a mihteşem hatibe û serî deyne ser rêya çanda nivîskî… meriv dibe xwedî ceribînên mihteşem ên rengîn û zengîn….
Di Edebiyata Modern A kurdî de, di nivîsên di malpera we de û di gelek nivîsên dîtir de heya ji destê min hat min çîrokên nivîsînê fikir û ramanên xwe par ve kirin.
Pirtûkên Cîhan Roj ên hatine çapkirin:
- Ratîka (Helbest), Weşanên Sî, 2002, Stenbol
- Meyman, (Çîrok), Weşanên Lîs, 2006, Amed
- Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weşanên Do, 2008, Stenbol
- Aqil Diçe Sewda Dimîne, (Helbest), Weşanên Do, 2008, Stenbol
- Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên Do, 2009, Stenbol
- Meşa Moriyan, (Roman), Weşanên Evrensel, 2011, Stenbol
- Perde, (Roman), Weşanên Na, 2012, Îzmîr
- Sehne, (Çîrok), Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013, Duhok
- Ji nû ve Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên J&J, 2014, Amed
- Serkêş, (Roman), Weşanên J&J, 2014, Amed
- Hurcahil (Roman), Weşanên J&J, 2015, Amed
- Reş (Roman), Weşanen J&J ,2015, Amed
- Av Berf (Helbest), Weşanên J&J, 2018, Amed
- Mala Baz (Roman), Weşanên J&J, 2018, Amed
E-pirtûk:
- Edebiyata Modern a Kurdî / Gotar / 2019
- Armonîkaya Hêşîn / Roman / 2020