Diyarname
Mebûsa DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk mijara navên ku Şaredariya Kayapinarê dixwest li parkan bike û Walîtiya Amedê ew qedexe kir bir meclisê.
Tugluk daxwaznameyeke da meclisê û xwest Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay bibersivîne.
Tugluk ev pirsî:
- Navê Berfîn ku di sala 2005'an de Efkan Ala azad û fermî qebûl kiriye di sala 2008'an de çawa dibe 'cudaxwaz'?
- Waliyê Amedê 2005'an de ev nav qebûl kiriye, waliyekî din çawa û bi çi sedemî ew qedexe kiriye?
- Bi vî awayî Efkan Ala ku hê jî Muşteşarê Serokwezîriye gelo cudaxwazî kiriye? Ger cudaxwazî nekiriye niha hûnê çi bikin?
Digel ku tê zanîn tirkiya Berfînê kardelen e û navên din jî çawa wekî dijberê ehlaqa giştî û cudaxwazî hatine nirxandin?
- Ev kirin bi awayekî eşkere ne qedexeya kurdî ye?
- Gelo hûn difikirin ku li dijî vê kirina ku li derveyî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye tişteke bikin?
- Ev qedexe û kirinên li ser kurdî dê kengê bi dawî bibin?
Nivîsên pêre eleqedar:
- Pirsa rojê: Ji 2005'an heta 2008'an çi guherî?