Diyarname
Di Kongreya Diyarbekirsporê de ji ber ku kes ji bo rêveberî derneketin holê biryar hate girtin ku kayyum rêveberiyeke ji bo Diyarbekirsporê tayîn bike.
Li Salona Sporê ya Ziya Gokalp di lijneya giştî ya awarte de Serokê Dîwanê Samet Karakaş diyar kir ku ji bo rêveberiyê kes derneketiye holê û zabitnameya ku li ser vê amade kir teslîmî Midûriyeta Komeleyên Bajêr a Amedê kir.
Midûriyetê jî ew zabitname teslîmî Dadgeha Silhê ya Hiqûqê kir. Dadgeh di nav 45 rojan de wê rêveberiyeke ji kayyumê ji bo Klûba Diyarbakirsporê ragihîne.
Bi gotineke din kesî ji bo rêveberiya Diyarbekirsporê xwe neda ber kar, klûb bê serok û rêveberî ma.