Diyarname
Li Batmanê ji bo bibin berendamê şaredariya Batmanê 26 kesan serî lê da, komîsyon ket tengasiyê.
Ji bo berendamtiya şaredariya Batmanê heta niha 26 kesan ji bo pêşberendamtiyê serî li komîsyona hilbijartinê ya DTP'ê da. Rêxistina DTP'a Batmanê da zanîn ku hê du roj ji bo dawîlêanîna serîlêdanan maye ji niha de 26 kesan serî li wan daye.
Komîsyona hilbijartina DTP'ê di nav 26 kesan re dê kesek ji bo berendamtiya şaredariya Batmanê diyar bike û ev yek jî gaveke zehmet e.