logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

2012: Ji nav kurdan hin bûyerên xemgîn

Di sala 2012'yan de jî zordarî li ser kurdan dom kir. Ji vê zordariyê hin bûyerên xemgîn:

  • Dîrok: 30/12/2012
  • Beş: Nûçe

Di sala 2012'yan de jî zordarî li ser kurdan dom kir. Rojname û tv hatin girtin, mifte li deriyê komeleyê dan, bi ser malan de girtin, şaredar hatin girtin û tewqîfkirin...
Ji vê zordariyê hin bûyerên xemgîn:


06.01.2012
Ev ji 'Hawara Botan'ê çi dixwazin?

Kovara Hawara Botan ku hejmara wê ya yekemîn rastî berhevkirin û lêpirsînê hatibûn hejmara wê ya nû jî bi îdîaya "Propogandaya rêxistinê kiriye" hat berhevkirin.

Kovara Hawara Botan li Cizîrê ji aliyê çend ciwanên kurd ve du mehan carekê tê derxistin. Hejmara yekemîn a kovarê (rezber-kewçêr 2011) ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ya Giran ya Cizîrê ve bi sedema têde peyvên wekî "Kurdistan", "Gerila" derbas dibe hatibû berhevkirin. Kovarê hejmara xwe ya duyemîn meha borî deristibû. Niha ew jî hat berhevkirin. Li ser dawaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê polîs vê sibê çûn Hawar Cafe ya li Cizîrê û dest danîn ser 50 kovarên li wir amadebûyî. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" kovar da berhevkirin.
Wekî notek: Di nav salê de hejmarên din ên kovarê jî hatin berhevkirin


12.01.2012
Li Deriyê Sarayê hestî hatin dîtin
 
Li Deriyê Sarayê ya Amedê ku berê Girtîgeha Navendî û navenda JÎTEM'ê bû, ji bo bibe cihê tûrîzmê ihat restorekirin. Di vê kolandina ji bo restorekirinê de hestiyên mirovan hatin ditin. Piştî hestî hatin dîtin dozger li cihê bûyerê lêkolîn kir. Sekreterê Şaxa ÎHD yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku ji bo lêkolînek firehtir bê kirin dê serîlêadnên fermî bikin. Di hefteyekê de hestiyên 36 kesî hatin dîtin lê rayedaran bûyer veşart.


13.01.2012
Polîsan avêt ser mala Leyla Zana

Mala Leyla Zana jî têde li 11 bajaran polîs çûn malên gelek BDP'yiyan û ew girtin bin çavan. Polîsan li Edene, Enqere, Stenbol, Mêrsîn, Êlih, Agirî, Amed, Sêrt, Wan, Riha û Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan avêt ser navçeyên BDP'ê û Navenda Giştî ya KESK ê jî.
Gelek polîsan bi ser avahiya BDP'a Amedê, Navenda Giştî ya KURDÎ-DER, şaxên Egitim Sen û ÎHD yên Amedê de girtin. Li van deran lê lêgerîn didome.
Li mala Leyla Zana jî bêyî ew li mal be lêgerîn hat kirin.


16.01.2012
10 pirtûkên Aramê rastî lêpirsînê hatin

3 pirtûkên bi kurdî jî di nav de dozgeriyê der barê 10 pirtûkên Weşanên Aramê de lêpirsîn da dest pê kirin. Dozgeriyê bi îdîaya "Bi riya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kirine" der barê pirtûkan de lêpirsîn da dest pê kirin.
Di nav pirtûkên bi kurdî ku rastî lêpirsînê hatine de pirtûka Porhat Felat "Roj Çû Ava Dereng e", pirtûka Mehmet Emîn Yildirim "Mazlumê Me' û pirtûka Şerefxan Cîzîri "Edebîyata devkî û Sosyalîzasyon", heye. Her wiha pirtûkên Musa Anter yên bi navê "Vakkaî Name" û "Gundem Yazilari" jî di nav van pirtûkên rastî lêpirsînê hatine de ne.


11.03.2012
11 karker şewitîn

Li Stenbolê kona ku karkerên avahiyan lê bûn şewat derket. Di şewatê de 11 karkerên kurd şewitîn û mirin. Karker ji bo sazkirina AVM'yê dixebitiyan.


13.03.2012
Doza Sêwasê betal bû

Piştî ku di sala 1993'yan de rewşenbîr li Otela Madimakê hatibûn şewitandin doz hatibû vekirin lê bêyî bi encam bibe doz betal bû.


14.03.2012
Ev afîşa Newrozê hat qedexekirin

6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê afîşên Newrozê û belavokên pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Di salên borî de tîpên w, x û q dibûn sedema qedexeyan, niha jî dirûşmeya "An azadî, an Azadî" wekî sedem nîşan dan û qedexekirin.


20.03.2012
Ahmet Turk: Siyaseta zilmê nikare bi kurdan

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di pîrozbahiyên Newrozê yên Êlihê de rastî êrîşa polîsekî hat. Di êrîşê de li dor çavê Turk ê çepê û rûyê wî mor bû.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li ser êrîşa li dijî wî pêk hat axivî: "Polîsek ê bi cilên fermî nêzî min bû û derb li min da. Kurd bi siyaseta zilmê û şîdetê nayên bêdengkirin."

 

24.03.2012
Mehek din cezayê girtinê dan rojnameya Ozgur Gundemê

Polîsan bi ser Çapxaneya Rojnameyê Gunê de girtin û hejmara sibê (ya 25'ê adarê) ya rojnameyê desteser kir.
Rojnameya Ozgur Gundemê bi meheke cezayê girtinê hat cezakirin. 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya ku nûçe û wêneyên di rûpelên 1, 8, 9 û 11'an de weşandine "propagandaya rêxistinê kiriye" ji bo mehekê cezayê girtinê li rojnameyê birî. Ji bo hejmara rojnemeyê yên îro (24 adar) û sibê (25 adar) jî biryara desteserkirinê hat dayîn. Piştî biryarê polîsan bi ser Çapxaneya Rojnameyê Gunê de girtin û hejmara sibê desteser kir.


03.04.2012:
Li Erzeromê 5 karkerên TEDAŞ'ê di golê de fetisîn


09.04.2012
Dadgehê Şaxa GOÇ-DER'a Êlihê girt

Demek berê Dadgehê biryara girtinê ya Şaxa GOÇ-DER'a Êlihê dabû, Dadgeha Bilind ev biryar di cih de dît û ev şaxa komeleyê hate girtin.
1'emîn Dadgeha Asliye Hukukê ya Êlihê bi sûcdariya "Li dijî zagona meş û xwepêşandanan tev geriya ye" derbarê Şaxa GOÇ-DER'ê de biryara girtinê dabû. Piştî biryar çû Dadgeha Bilind, Dadgeha Bilind jî derbarê GOÇ-DER'ê de biryar erê kir û biryara girtinê da.


22.04.2012
Şaredarekî din ê BDP'yî ji peywirê girtin
 
Şaredarê bajaroka Pazarcixê yê navçeya Têkorê yê Qersê Ayhan Erkmen ku niha girtî ye, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê ve ji peywirê hat girtin.
Tevî Erkmen 17 şaredarên BDP'ê girtî ne. Vane ew şaredarên girtî:
Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel,
Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal,
Şaredarê Cizîrê Aydin Budak,
Şaredarê Sîlopiyê Emîn Togurlu,
Şaredarê Bajêrgehê Hurşît Altekîn,
Şaredara Geverê ya ji peywirê hate girtin Ruken Yetîşkîn,
Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay,
Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn,
Şaredarê Gundê Melê Abdurrezak Yildiz,
Şaredarê Pazarcixê Ayhan Erkmen,
Şaredarê Qoserê Ferhan Turk,
Şaredarê Hezexê Resul Sadak,
Şaredarê Îdîrê Mehmet Nurî Guneş,
Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahîn,
Şaredara Wêranşarê Leyla Guven,
Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk,
Şaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê heta niha çar şaredarên BDP'yî ji peywirê girtibûn. Şaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, Şaredarê Hîzana Bedlîsê Lezgîn Bîngol, Şaredarê Başqaleya Wanê Îhsan Guler û Şaredarê Cizîrê Aydin Budak.
Û niha jî Erkmen.
 

26.05.2012
Piştî Zana ceza dan Tugluk jî
 
Dadgehê piştî mebûsa serbixwe Leyla Zana vê carê cezaya hepsê da mebûsa serbixwe ya Wanê û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk.
11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ji ber axaftina wê ya di 1'emîn Kongreya Awarte ya DTP'ê û di daxuyaniyeke çapemeniyê de, bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye salek û 15 meh cezaya hepsê li Aysel Tugluk birî.


16.06.2012
13 girtî şewitîn

Li Girtîgeha Rihayê serhildan derket. Agir bi menzelan xistin. 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da.


14.06.2012
Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê hat girtin

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bêyî li benda encama nerazîbûnê bisekine Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê girt.
Roja 7'ê pûşperê Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî di nav de şeş jê şaredarên BDP'yî bi dehan kes hatibûn binçavkirin. Di vê bûyerê de sê jê şaredar, 10 kes hatin tewqîfkirin. Şaredar Kaya jî hatibû tewqîfkirin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bêyî li benda encama daxwaznameya nerazîbûnê bisekine roja 14'ê vê mehê nivîseke ji Şaredariya Wanê re şand û diyar kir ku Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê girtiye.


11.09.2012
Ev pirtûk hê jî qedexe ne!
 
Piştî derxistina "3'yemîn Paketa Dadê" ji Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê lîsteya pirtûkên qedexekirî hate xwestin. Emniyetê jî lîsteya ku heta 31.12.2011'an amade kiribû ku navê 453 pirtûk, 645 rojname, kovar, broşur û pankartên qedexe têde heye şand. Lîsteya emniyetê, li ser biryara qedexeyên ku Lijneya Wezîran an jî dadgehên Enqereyê daye amade kiribû. Di vê lîsteya ku hatiye şandin de pirtûkên Nazim Hîkmet, Yaşar Kaplan, Lenîn, Sultan Galiev, Îsmaîl Beşîkçî, Karl Marks û Abdurrahim Karakoç jî hene ku ev pirtûk niha digel ku di vê lîsteyê de wekî pirtûkên qedexe têne dîtin jî di piyaseyê de têne firotin.


22.09.2012
Di Pirtûkxaneya Aramê de dest danîn ser roman û helbestan 

Polîsan bi ser Pirtûkxaneya Aramê ya li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girt û pirtûkên roman û helbestan jî têde dest danîn ser gelek pirtûkan.
Roja 21'ê mehê ber êvarkî polîsan bi ser Pirtûkxaneya Aramê ya di bin Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de girt.

 

27.09.2012
2 meh ceza li Nûçe Tv û MMC birîn

Lijneya Televîzyon û Radyoyê ya Danîmarkayê li televîzyonên Şîrketa Mesopotamia yên bi navê Nûçe TV, MMC û METV (Mezopotamya TV) du meh cezayê rawestandina weşanê birî.
Lijneyê got ku wan "berpirsiya tomarkirin û arşîvkirina bernameyên ku diweşîne neaniye cih" loma ceza li wan birî. Lijne dibêje bi vê helwesta xwe wan "Pêşî li berpirsiyariya raçavkirina lijneyê girtiye".

 

07.10.2012
Meşal Temo hat kuştin

Hin kesan bi êrîşeke çekdarî êrîşê Meşal Temo kirin. Di êrîşê de Meşal Temo hat kuştin, kurê wî Marsel Temo û parêzer Zahîde Reşo birîndar bûn.

 

26.10.2012
Salek û 3 meh ceza li vê manşetê birîn

15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê salek û 3 meh cezayê hepsê li marşeta "Gotin ê serhildanê ye" ya rojnameya Ozgur Gundemê birî.
Ozgur Gundemê di 21'ê adara 2012'yan de ev manşet weşandibû û pêre jî (7'ê gulana 2012'yan de) der barê Berpirsê Karên Nivîsaran ê Ozgur Gundemê Reyhan Çapan de doz hatibû vekirin. Dadgehê bi îdîaya ku rojnameyê pesnê rêxistinê daye ceza li Çapan birî.

 


19.11.2012
Çeteyan êrîşê gel kir: Abid Xelîl hat kuştin

Li Serêkaniyê ya rojavaya Kurdistanê çeteyên çekdar ên Koma El Şam û Nasra êrîşê gel kirin. Di encama êrîşê de Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û kesek din hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.


08.12.2012
Komeleya Celadet Bedirxan ji ber 'X'yê hat girtin
 
Komeleya Celadet Bedirxan ku du sal berê li Cizîra Şirnexê hatibû vekirin ji ber tîpa "X" bi "Zagona Komeleyan" hate girtin.
Komele bi navê "Komeleya Dîrok, Çand û Hunerê ya Celadet Bedirxan hatibû vekirin. Komeleyê tabelaya xwe jî daliqandibû û dest bi xebatên xwe kiribû. Lê bi Xala 31'ê ya Zagona Komeleyan a bi hejmara 5253'yan hate girtin. Ev biryar li ser tîpa "X" ya di Bedirxan de hate girtin.


 

***

 

Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyên li ser 2012'yan her ku biçe emê biweşînin...

 

***

- 2012: Xatir me xwestin

- 2012: 109 kes li girtîgehan mirin

- 2012: Li Qoserê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin

- 2012: Li Girtîgehan binpêkirina mafan

- 2012: Peyvên ku herî zêde li wan geriyane

- 2012: Albumên herî serketî

- 2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar

- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê

- 2012: Herî zêde van pere kar kir

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li ser kurdî sê mînakên girîng

ad

Girgirê bersiva Bagiş da

ad

'Bihuşta Lal' dîsa çap bû.

ad

Klîba Hefteyê: "Payîzok"

ad

Li Fûara Amedê dest danîn ser pirtûkek din jî

ad

Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname