Diyarname
Wezîrê AKP'ê yê ji Têkiliyên Ewropayê Berpirs Egemen Bagiş gotibû ku ger berendamtiya Stenbolê ya ji bo Olîmpiyatê bi neyînî bi dawî bibe berpirs çalakgerên Parka Gezî ne.
Kovara mîzahî Girgir jî di hejmara xwe ya nû (21-28 gelawêj) de berê xwe daye vê gotina Bagiş. Kovarê wêneyên Ali İsmail Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Abdullah Comert, Mehmet Ayvalitaş ku di van çalakiyan de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin û wêneyê Medeni Yildirim ê li Licê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin kirine nav helqeya Olîmpiyatê û weşandiye.
Kovarê sernavê "Stenbol 2013, ji bîr meke" bikar aniye.