Diyarname
Ev sê roj in polîs tên standa Weşanên Aramê û dest datînin ser pirtûkên wan. Îro jî hatin dest danîn ser pirtûka "Efrin Direniş Gunlugu" (Rojnivîska Berxwedana Efrînê) ya Hatip Dicle. Bi vê yekê re bû 4 pirtûkên Aramê ku têne desteserkirin.
Li Efrînê şerek mezin çêbûbû çend sal berê. Siyasetmedar Hatip Dicle jî li ser şer, rewşa hêremê, pêşketinên li dinyayê tiştên qewimîn wekî kronolojîk ji 20'ê rêbendana 2018'an heta 20'ê rêbendana 2019'an not girtibûn û ew kiribûn pirtûk. Pirtûk wê serdemê bi gelek awayî tîne ziman. Pirtûk ji Weşanên Aramê di sala 2022'yan de derketibû. Ji wê rojê de tu pirsgirêk derneketibûn lê îro polîs hatin standa Aramê û dest danîn ser vê pirtûkê.
Rojên borî jî di Fûara Pirtûkan a Amedê de polîs hatibûn standa Aramê û dest danîbê ser 3 pirtûkên wan. Ji wan pirtûka Mahmut Aba ya bi navê "Dildarê Serkeftinê" du roj berê, pirtûka Nelson Mandela "Ozgurluge giden yol" (Rêya diçe azadiyê) û pirtûka "Mektuplar ve Yazilar" (Name û Nivîs) jî duh hatibûn desteserkirin.

***
Hin nûçe-nivîsên eleqedar:
- Seta pirtûkên di Pêşbaziya Arjen Arî de bi ser ketin çap bû
- Polîsan dest danî ser 3 pirtûkan
- Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir
- Va ne hemû çalakiyên weşanxaneyên kurdan (Fûara Amedê)
- Nêzî 30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn


