Diyarname
Di fûtbolê de, ji Lîga Super a Super Toto bigire heta Lîga Yekemîn a PTT, heta komên Lîga 2'yem û komên Lîga 3'yem ên Tirkiyeyê, ji bilî Barselona û Juventusê hemû tîmên Ewropayê, tu tîmekê bi qasî tîma fûtbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Diyarbakir BB"yê pûan bi dest nexistine.
Bi pûanên xwe hemû lîgên Tirkiyeyê derbas kir
Di hemû lîgên Tirkiyeyê de nîveka yekem a serdema 2012-2013'yan bi dawî bû. Nîveka duyem dê 20'ê meha yekemîn a sala 2013'yan dest pê bike. Di hemû lîgan de herî zêde tîma Diyarbakir BB'yê zêde pûan bi dest xistine.
Di Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasaray bi 33 pûanan nÎveka yekemîn wekî yekemîn temam kir. Di Lîga Yekemîn a PTT'ê de Manîsaspor bi 31 pûanî nîveka yekemîn temam kir. Di Lîga 2'yemîn de Koma Spî de Balikesirspor 32 pûan, di Koma Sor de jî Polatli Bugsaşspor bi 31 pûanî nîvek wekî yekemînê komê temam kir.
Di Lîga 3'yem de jî sê kom hene. Di Koma 1'emîn de Diyarbakir BB'yê 44 pûan bi dest xistin û wekî yekemîn nîveka vê serdemê temam kir. Di Koma 2'yem de Aydinspor 1923 (36 Pûan), di Koma 3'yem de jî Darica G.Birligi Spor (bi 43 pûanan) bû yekemînê komê
Bi vî awayî di nav hemû tîmên di lîgên Tirkiyeyê de herî zêde Diyarbakir BB'yê herî zêde pûan bi dest xistine ku ev yek di heman demê de rekorek e.
Li Ewropayê duyemîn e
Her wiha Diyarbakir BB'yê bi van pûanan gelek tîmên lîgên Ewropayê jî li dû xwe hişt. Diyarbakir BB'yê bi van pûanan ji bilî Barselonayê tîmên Almanya, Fransa, Holland, Swîsre û Îngilistanê jî li dû xwe hişt û yê Îtalyayê (Juventus) jî pûanên wan wekî hev in.
Vane pûanên lîgên Ewropayê yên vê nîveka yekemîn:
- Manchester United (Îngilistan): 43 pûan
- Barselona (Spanya): 49 pûan
- Bayern Munih (Almanya): 42 Pûan
- Juventus (Îtalya): 44 pûan
- Paris St Germain (Fransa): 38 pûan
- PSV û Twente (Hollanda): 40 pûan
- Grasshoppers (Swîsre): 37 pûan
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin



.jpg)