Hevpeyvîn: Aso Xak, Delal Kazici
Her çi qas em ji her du albumên dawîn ên Koma Dengê Azadî dengê wî nas dikin jî, wî bêhtir bi albûma xwe ya solo, ya bi navê “Bê zeman û bê ziman” bala me kişand. Bi taybetî jî strana wî ya bi navê “Carek Were” di nava ciwanan de di demeke kin de belav bû û kir ku ew ji xwe re di dilê wan de cihekî taybet çêbike. Belê, wî bi muzîk û dengê xwe yê xweser di nava muzîka kurdî de ji xwe re cihek taybet vekir. Helbet ne tenê deng û muzîk, taybetiyeke wî ya din jî heye ku belkî di muzîka kurdî de herî zêde pêdivî bi vê taybetiyê heye; Ew di heman demê de bestekar e, gelek stranên di albumên xwe de wî bi xwe çêkirine û afirandine…
Niha ew bi albumeke nû derket pêşberî me. Li gorî albuma berê, ew albem hê bêhtir ‘kemilî’ dixuye. Di vê albumê de ligel besteyên ku dê gelek balê bikişînin wî çend stranên din ên wekî “Ay lê gulê” û “Lo lo pismamo” jî xwendine. Her wisa di albuma nû de em rastî helbestên Evdila Peşêw û Arjen Arî jî tên. Bi kurtasî albuma nû jî bi gelek aliyên xwe ve balê dikişîne û hêjayî nirxandinê ye. Belê em behsa muzîsyenê kurd Mehmet Atli dikin. Me bi giştî li ser muzîka wî û li ser rewşa muzîka kurdî ya modern bi Atli re gotûbejek pêk anî.
* Berî ku em werin ser naveroka albumê, di serî de ji me re hinek behsa Koma Dengê Azadî bike, ji ber ku me tu ji wê komê nas kir. Çi bû ji Dengê Azadî û di jiyana Mehmet Atli de cihek çawa yê Komê heye?
Di salên 1990 û 91’ê de di nava ciwanên kurd ên li metropolên Tirkiyeyê dijîn de, pêdiviya muzîkek nûdem derkete holê. Koma Dengê Azadî, Koma Amed, Agirê Jiyan bersiv dan van pêdiviyan. Dema ku ez ji bo perwerdehiya zanîngehê hatim Stenbolê, ez fikirîm ku ez ê bikaribim wekî muzîsyenekî xwe di Koma Dengê Azadî de îfade bikim. Min di albumên Koma Dengê Azadî yê bi navê “Welatê Min” û di “Fedî” de cih girt. Li vir tecrubeyek min çêbû li ser muzîkê. Min xwe gihand kokên folklorîk ên muzîkê û her wisa min formên rojavayî jî nas kirin. Koma Dengê Azadî ev bi min dan naskirin.
Çima kom belav bû? Wekî ku her kom mehkûmî belavbûnê be, rewşek wisa derketiye holê! Komên ku temenê xwe yê xwezayî tije kirine tev belav dibin. Di nava endamên komê de, li ser muzîkê fikrên cihê derketin holê, min jî dît ku ez ê nikaribim di wir de muzîka xwe îfade bikim. Piştî van yekan dawî li komê hat.
* Serpêhatiya Mehmet Atli ya bi muzîkê çawa dest pê kir?
Wekî her tiştên di kesayetiyan mirovan de, cihê ku mirov lê mezin dibe jî girîng e. Hûn dizanin, hîn li Diyarbekirê dawet li taxan, li kuçeyan tê çêkirin. Ez li Baxlarê mezin bûm, wekî mûbtelayê dawetan, li hemû dawetan digeriyam. Min di dawetan de enstrûman dîtin û ez diçûm dawetan min li muzîsyenan temaşe dikir û min ew teqlît dikir. Li taxa me kesên ku li sazê didan hebûn, wan û bi taybetî jî kekê min bandor li min kir.
Di dema zarokatiya min de, li Diyarbekirê derfetên ku em herin konseran, an jî li ser muzîkê perwerde bibin tunebûn. Ne saziyek, ne mektebek tu tişt nebû. Ji bo têla tembûrê em diçûn heta Daxqapî. Carinan jî em li ber camên dikanan diketin seyra enstrumanan.
Me di salên xwe yên dibistana navîn de komên amator ên muzîkê ava kiribûn. Pêşketina tevgera kurd, daxwazên siyasî û daxwazên çandî ez ber bi muzîka kurdî ve birim. Van yekan tevan kir ku ez bûme muzîsyenê kurdî.
* Yanî tu dibêjî dawet ji bo we dibistanên muzîkê bûn…
Belê rast e, em di dawetan de mezin bûn û ketin nava muzîkê. Di dawetan de sê kom zarok hebûn, komek har dibûn û nerihetî dikirin, komekî li kesên ku dilîstin temaşe dikirin, komek jî hebû li muzîsyenan temaşe dikir. Min jî di nava koma ku li muzisyenan temaşe dikir de cih digirt.
Zarokên niha diçin konseran, dengên estrumanan dibihîzin, kesên ku li enstrumanan didin dibînin. Ev dîtin û bihîstin dikeve binhişê wan û bandorê li ser jîrektiya wan dike. Her wisa niha konservatuwar hene û bi her awayî derfetên îro ji yên dema me zêdetir in...
* Ji zûde ye kurd di muzîka xwe de amûrên rojavayê bi kar tînin, bi vê jî hewl didin ku muzîkek bajarî çêkin. Lê di warê naverokê (gotinên stranan) de xwe ji gotinên gundan rizgar nakin. Wekî mînak; li ber amûrên rojavayî hê jî, têgihên wekî şivan, berîvan, zozan, kanî, mirîşk, dîk û hwd. tên bikaranîn. Civaka kurd pareke mezin êdî li bajaran dijî, di jiyana wan de êdî behr hene, kolan hene, telefonên berîkê hene, înternet heye, msn heye… Ma di hêla naverokê de jî êdî pêdivî bi têgihên nû nîn e?
Tişta ku bi salan e ez dixwazim bibêjim we bi çend hevokan bi kurtasî anî zimên. Ez jî ji pêdiviyek wisa derketim rê. Dema min dest bi xebata Koma Dengê Azadî kir di hişê min de nivîsandina gotinên stranan tunebû. Min dixwest besteyan çêbikim, li esntrumanan bixim. Lê piştî ez bi muzîka kurdî eleqadar bûm, ez bi problemên ku we behs kir re rû bi rû mam. Ji ber ku gotinên heyî bersiv nedidan rastiya min û me. Ji hêlekê ve hûn diçin bajêr, yanî dinyayek din, lê hûn li wê dinyayê, nostaljiya gundan dijîn. Em hîn jî stranên şivanan dibêjin û bi çanda çandinî û ajaliyê dijîn. Ne ku ez wan biçûk dibînim, ew deryayeke din e. Lê niha rastiyek din heye. Ez niha di şert û mercên dê û bavê xwe de najîm. Ji ber wê nikarim bi kurdiya wan û bi gotinên wan bifikirim! Piştî ku min dît gotinên heyî ji hest û hîsên min re nabin bersiv, min dest bi nivîsandina gotinên stranan kir. Ji bo ku dawî li vê pirsgirêkê were; divê em bi îmkanên zimanê kurdî, li van pirsgirêkan binêrin, di vê çarçoveyê de nêzikî rastiya jiyana bajêr bibin. Ev jî ne bes e, divê em ji wêjeya kurdî ya nûjen jî sûdê werbigirin.
* Belê, di albuma we de aliyekî ku bala mirovan dikişîne jî ev e, diyar e ku hûn wêjeya kurdî ya nûjen dişopînin, di albumê de em rastî gotinên ji şiîra Arjen Arî, Evdila Peşêw tên…
Belê, ev her du helbestvanên nûjen in û gerdûnî ne jî, name li her deverê dinyanê name ye. Helbesta Pêşew ‘Name’, li her derê dinyayê, her kes dikare hîs bike. Name bi kesekî amedî çi dide hîskirin, bi kesek arjantînî, çînî jî heman tiştan dide hîskirin. Ji lew re hûn di nava zimanekî wekî muzîkê gerdûnî de hewl didin ku jiyanê fêm bikin û loma jî ne zehmet e ku hûn bi tiştên wiha re bêne cem hev.
Mirov dikare bibêje, bi giştî eleqeya hunermendên kurd a bi wêjeyê re, asta entelektueliya muzîsyenên kurd gelek kêm e. Em gelek têgihan bi kar tînin, lê em nizanim bê ka ew tê çi wateyê. Em dibêjin senteza rojhilat-rojava lê tu bêjî ka bi sê peyvan rawe bike, ez meraq dikim ka wê çi bibêjin. Her kes dibêje, divê em ji kevneşopiya xwe sûd wergirin, sûdwergirtina kevneşopiyê çi ye, yan jî tê bi vê kevneşopiyê re têkiliyeke çawa deynî? Em hunermendên kurd sofîstîk nafikirin, lê mixabin em gelek gotinên qelew dikin. Em li ser muzîkê serê xwe naêşînin, li ser kaniya çanda xwe nafikirin. Şerm dikim ku bibêjim em rojnameyan jî naxwînin, di encamê de jî muzîkek wiha tevlihev tê çêkirin.
Pirsgirêkên polîtîk ên muzîka me hene, polîtîkayên dewletên ku kurd dorpêç kirine, pirsgirêkên sektora muzîkê, pirsgirêkên teknolojiyê... Ya herî girîng ew e ku hunermend wan pirsgirêkên ku min rêz kir, bide ser hev û binirxîne. Rast e li holê kedeke mezin heye, lê ji ber ku yê kedê dide bi zanatî tevnagere encamên xurt dernayên holê.
* Kurd di warê netewebûnê de pêvajoya xwe înşa kirinê dijîn, em ji tecrubeyên miletên din dizanin ku di pêvajoyên wiha de barekî giran dikeve ser milên hunermendan. Hûn bawer dikin ku hunermendên kurd bi vê berpirsyariyê tevdigerin?
Eger ku ji mijara înşakirinê qesta me muhendisiya civakî be em muzîsyenan deynin aliyekî, bi awayekî giştî rola hunermend, ramyar û rewşenbîr a di sedsala 19’an û ya sedsala 20’î û ya roja me ne yek e. Ji ber ku tîpa ku em jê re rewşenbîr dibêjin bi xwe jî kirûyeke dîrokî ye. Ango, dîrokîbûneke rewşenbîr bi xwe jî heye, wekî hemû kirûyan rewşenbîr bi xwe jî dîrokî ye. Wekî nimûne tîpeke sedsala 19’an cihê ye û ya sedsala 20’î cihê ye.
Ji bo kurdan tişta ku muzîkê girîng dike ev e; kurd muzîkê wekî navgîneke jêneger ragihandinê ya girseyî bikartînin. Bi taybetî jî di warê serûvena ku kurdî li Tirkiyeyê pê re rû bi rû maye de hunermendê kurd mecbûr maye ku li gorî mîsyonekê tevbigere, ango bibe xwedî mîsyon. Neçar maye ku bibe hilgirê vî zimanî û ala vî zimanî bilind bike. Her wisa neçar maye ku bibe abîdeyeke zindî ya vê çandê û bi berhemên xwe girseyan bicoşîne û rake ser piyan. Muzîsyenê kurd ketiye bin barekî gelek giran. Ji kengê ve ye ev yek wiha ye, ji salên 1970’yî ve ye ku vê demê kurdan di çarçoveya modernîteyê de dest bi nîqaşkirina hin tiştan kir. Helbet modernbûna kurdan heta salên dawîn yên Osmaniyan diçe, ev yek nîqaşeke akademîk, eleqeyeke akademîk heq dike. Eger ku hûn ji min bipirsin di nav kurdan de meseleya modernbûnê çi ye, ez ê bibêjim; pirsgirêka kurd pirsgirêkek herî berfireh a bi plan a modernbûnê ye... Eger em ji rola muzîsyenan vegerin, ji salên 70’yî vir ve bi taybetî hunermendên pêşeng ên wekî Şivan Perwer, Nîzamettîn Arîç û Ciwan Haco bi rola ku hildane ser xwe wekî aktivîstên polîtîk dertên pêşberî me. Muzîsyenên kurd aktivîstên polîtîk in. Bi muzîka xwe doza mafên kurdan, daxwazên kurdan kirine di mitîng û şev û şahiyan de. Bi armanca ku peyaman ragihînin girseyan ev yek kirine.
Niha ji bo nifşê 90’î ku ez jî yek mensûbî vî nivşî me ev rewş hinek guheriye. Ji ber ku êdî kurd bi xwe bi awayekî herî girseyî li pirsgirêka kurd xwedî dertên, a duyem ev peyamên ku berê me bi muzîkê didan niha bi gelek riyan tên dayîn, êdî têkoşîna mafên kurdan di gelek qadan de tê dayîn. Êdî sazî û dezgehên kurdan hene, partiyên siyasî hene, televîzyonên kurdan hene, di hevkêşeya Rojhilat Navîn de hêzên polîtîk yên mezin hene ku ne mimkûn e kes wan li ber çavan negire û gelek navnîşanên din hene… Ji lew re van pêşketinan di hêla polîtîk de hinek rola me bisînor kir lê îcar berpirsiyariyên nû li me bar kir. Niha êdî bi rastî jî em bi pirsgirêkên hunerê re rû bi rû ne. Pirsgirêkên navxweyî yên tişta ku em jê re dibêjin huner. Mirov çi ye, têkiliya mirov a bi xwezayê re çi ye, ez çi me? Wekî mêr an jinekî ez çi me û gelek pirsên din… Ev tev pirs in li holê ku em nikarin bibêjin pirsên hunerê yên ji polîtîkayê ne girîngtir in. Ev pirs herî kêm bi qasî polîtîkayê girîng in. Niha em bi pirsên însên re rû bi rû ne. Ne tenê di muzîkê de, di wêneyê de, di peykerê de û hemû warên din de eger ku gotineke me hebe ji cîhanê re divê em vê yekê bikin…
* Bi qasî ku dişopînim bêhtir ciwanên li bajaran dijîn li te guhdarî dikin, ango stranên we bêhtir xîtabî ciwanên bajarî dike…
Ev tespîteke girîng e, heke ku di vê hêlê de serkeftinek hebe ez ê gelek şad û bextewar bibim...
* Dema ku me xwe ji bo vê hevpeyvînê amade dikir, em di înternetê de rastî gelek nivîsên ku li ser te û muzîka te hatine nivîsandin hatin. Çend fanclubên (kulubên heyranan) ku li ser navê te hatine vekirin hene. Me fikrên ciwanan ên der barê te de xwend. Gelek pesindayîn hebûn. Ji nexweşiya te bigire, heta cihên ku tu yê lê konseran bidî gelek şîrove û nivîs hebûn. Mirov dikare vê hezkirina ciwanan, bi lêgerîna wan a ji bo muzîkek modern ve girê bide?
Ev rewşên wisa min mehçûp dikin. Hunermendî mekanîzmayeke xebatê ya girîng e. Heke ku hûn xwe wekî hunermend nebînin, hûn nikarin ji hunermendan hez bikin. Heta ku dor were ser min gelek hunermedên pêşeng hene. Nifşê Koma Wetan, Ciwan Haco, Şivan Perwer û Nîzamettîn Arîç heye. Ez nûnerê serdema nû me, belkî jî ji ber vê ye... Lê ez li ser navê xwe bibêjim ez tiştên ku dijîm dibêjim/distrêm, kesên ku wekî min hîs dikin xwe di stranên min de dibînin. Wekhevbûna hestan, di navbera me de pirekê çêdike.
* Di gotinên stranên te de gelek qalibên kurdewarî hene, hûn ji ku sûde wergidirin û van qaliban digirin bikar tînin?
Hişê min her li ser axaftina rojane ye. Herî zêde jî di dema sohbetên nas û dostan de ez dibim kaşifê zimanê xwe. Gotin ê têgihên ku ji min re balkêş tên ez dinivîsim. Ji hêleke de ez bi vê yekê navbera xwe û zimanê zikmakî xurt û zindî digirim. Di van bajarên mezin de, muzîk navgîna herî xurt e ku em pê bi zimanê xwe re têkiliyê datînin. Muzîkê ez jî bi zimanê kurdî ve girêdam û min di vî warî de misyonek girt ser milên xwe. Dîsa di malbata min de bi giştî kurmancî û dimilî tê bikaranîn. Di axaftinên navmalbatî de, ez di kêmînê de li benda gotinan dimînim. Mesela carekî meta min got "tiştê çû, mede dû", bi vê gotinê re çîrûskekê di mêjiyê min de şewq da û min got; "tu bi xêr hat jiyana nû". Dixwazim vê bibêjim, ciwan dema ku vê dewlemendiya di gotinên stranan de dibînin ferq dikin ku li mala wan jî ev peyv tên bikaranîn, lewre xwe di gotinan de dibînin û hîs dikin.
* Stranên te mirovan dike nava melankoliyê…
Em miletekî hestiyar in. Di nav gelek miletên rojhilatî de de ev heye. Ji gelek aliyan ve em hatin çewsandin. Hîn jî bi saziyê xwe ve, bi zihniyeta xwe ve feodalîte di jiyana me de ye. Em di bin feodaliteyê de eciqîne. Hîn em ji wir xelas nebûne, em xwe di nava rastiya bajêr de dibînin. Tesîra wan tiştan tevan heye. Belê însan kesayetiyek hestiyar e, lê em ji ber coxrafya xwe û ji ber dîroka xwe, hîn zêdetirîn hestiyar in.
Navek nikarim lê bikim, lê dibêjin di stranên min de melankoliyek heye. Belkî jî ji ber kesayetiya min e. Ez wiha bibersivînim; têkiliyên min ên malbatî hîn jî xurt in. Em her diçe ji hev qut dibin, trajediya kurdan jî dikeve ser. Ev jî di muzîka min de dibe melankolî.
Tiştên ne tişt hatine serê kurdî. Huner her li derdora temayekê diçe tê. Huner bi sedsalan e li dor heman temayan digere lê belê em di her serdemekê de van temayan bi bikaranîna amûrinên nû derdixînin holê û di vir de pirsa bingehîn ev e ku em çawa vedibêjin. Êdî tu kîjan amûrê bi kar bînî tu dizanî, dixwazî firçe, an herî. Dema ez wisa dinêrim, bi hestên mirovî re rû bi rû têm.
Min di “Wenda” de bi dudiliyekê wekî “erê” yan “na” dest pê kir. Ev hesta arafê ye. Hemû kes vê hestê dijîn. Bi “Pismamo” re, bi kevneşopiyê re têkiliyê datînim. Di “Wenda” de wendabûna li bajarê mezin heye. “Ramûsa min veşartin li geliyekî” şer îfade dike. Ev ku temayên min bi kar anîne, gelek hestên însanî ne. Loma melankolî heye.
* Mehmet Atli di muzîkî kurdî û di ya dinê de li kê/kî guhdarî dike?
Ez ne guhdarek baş yê muzîkê me. Ji ber ku dizanim guhdarên baş kesên çawa ne. Guhdarên rastî der barê hunermendên hez dikin de her tiştî dizanin. Der barê wan de xwedî arşîvên mezin in. Ez tu car nebûm guhdarek wisa baş.
Li ku muzîkek xweş hebe lê guhdarî dikim. Tenê li ser beşek hur nebûm. Bi taybetî nikarim navek bibêjim. Muzîk li her coxrafyê heye, ez xwe bi rengekî bi sînor nakim. Mirov ji muzîkê gelek tiştan hîn dibe.
* Em avêneyek bidin ber we, hûnê xwe çawa bînin ziman?
Ev pirseke zehmet e. Di vê awêneyê de rastiya bajar ez lê mezin bûm, bajarê niha lê dijîm, têkiliya ku min bi dê û bavê xwe re daniye, têkiliya jina ku ez jê hez dikim, têkiliya bi keça min re. Eynika ku em dibêjin jî tam ev e. Ez herî zêde girîngî didim tiştên ku şewq dide awêneyê. Heke we 10 sal berî niha awêneyek bida ber min, minê tiştek din bigota. Loma “Jahr” û “Wenda” ne wekî hev in. Muzîka 27 saliya min û ya 34 saliya min ne wekî hev in û naşibin hev.
Di awêneyê de kesek ku diguhere, li gor demê xwe ji nû ve saz dike, dibînim. Divê cesareta mirov hebe ku mirov li awêneyê binêre. Hin dem tên mirov ji wê neynûkê hez dike, carinan mirov dixwaze wê neynûkê bişkîne. Yanê demên ku mirov ji xwe nefret dike jî çêdibin. Carinan mirov dixwaze hin kes ji mirovan re bibin neynûk. Carinan mirov dixwaze xwe bi çavên hin kesên din bibîne.
Dema temen mezin dibe, mirov dibîne ku tenê tu ne ezîz î. Ez di “Wenda” de derketim derveyî xwe û min bi çavê kesên din li xwe nihêrî, wisa hîs dikim. Êdî ezîzî namîne û mirov mezin dibe. Bi riya muzîkê ez terbiyeyek wisa dijîm.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.