logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Gelo derba Ken Loach wê bibe sisê!

Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê vê carê jî bi "Sorry We Missed You" bayê derhênerê navdar Ken Loach tê. Der

  • Dîrok: 23/05/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

ALÎ GULER / CANNES

Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê vê carê jî bi "Sorry We Missed You" bayê derhênerê navdar Ken Loach tê. Derhêner, wekî fîlmên xwe yên berê dîsa di nava çerxa sîstema kaptalîzmê de jiyana mirovên neçar û perîşan tîne ser perdeya spî. Loach, tenê behsa vê jiyanê nake û li dijî vê sîstemê hêvî jî belav dike. Fîlmê, “Sorry We Missed You (Li me negire, me tu bi cih hiştî)” tam naveroka vê nêrînê de ye.

Bajar û wargeha dewlemendên cihanê, stêrkên sînemayê, meşa li ser xalîçeya sor, jinên cil û berg û xişirên beriqadî yên bi mîlyonan dolarî û herikîna jiyaneke bi peran… Ji bo danasandina Cannesê û festîvalê bi gotinan ya pêşî, ev tê gotin. Lê li aliyê din, fîlmên di bernameya festîvalê de tên nîşandan jî xwedî mijarên polîtîk, civakî û dijber in. Naveroka bernameya Cannesê ji dirokê û vir ve bi giranî wisa bûye. Ev jî hêza sînemayê, nasnameya wê a polîtik nîşanî me dide. Ji damezirandina festîvalê heta bi şoreşa sala 1968'an û ji hingê ve heta roja îro, navên wekî Ken Loach, Costa Gavras, Martin Scorsese, Yilmaz Guney,  Michael Haneke, mora xwe li Cannesê xistine.

Îsal jî wekî salên bihurî gelek fîlmên bi vî rengî hene. Ji van fîlman yek jî berhema derhênerê çepgir, muxalif ê Brîtanî, Ken Loach e. Fîlmê bi navê “Sorry We Missed You” behsa jiyana di nav lepên kapîtalîzmê de dike. Tevî vî fîlmî, 18 fîlmên din ji bo xelata Cannesê a mezin “Palmiyeya Zêrîn” di beşa pêşbaziyê de tên nîşandan. Fîlmê Loach hat nîşandayîn. Jî ji aliyê hemû rojnemeger, rexnegir û temeşavanan ve hat ecibandin, pesnê wî jî hat dayîn.

Ken Loach hêviyê dide 

Ken Loach ji nifşê 68’an e. Xwedî nêrîneke çepgir û di cihanê de jî bi nasnameya muxalif tê naskirin. Ji despêkê ve yanî îro naverok û mijara fîlm û berhema wî li dijberî sîstemê ye û behsa têkoşîna karkeran dike. Her çiqas alîgirê sîstema kapîtalîst wî neecibînin jî, lê bi helwest û sekna xwe, wî ji xwe re cihek çêkiriye. Bi fîlmên xwe yên rexnelêgirtina sîstemê, hetanî niha gelek caran hatiye Cannesê û di dîroka vê festîvalê de navê xwe jî daye nivîsandin. Gelek kêm derhenêr di dîroka festîvala Cannesê de du caran xelata “Palmiyeya Zêrîn” vegirtine. Ken Loach yek ji wan derhêneran e ku du caran ev xelat wergirtiye. Derhêner bi fîlmên xwe yên “The Wind That Shakes the Barley (Bayê ku cehî dihejîne)” û “I, Daniel Blake (Ez, Daniel Blake)” li Cannesê xelata mezin “Palmiyeya Zêrîn” girtibûn. Niha jî bi “Sorry We Missed You” li pey xelata mezin e. Hetanî niha, tu kesî 3 caran xelata Cannesê a mezin wernegirtiye. Em nizanin ka gelo Ken Loach di vî warî de wê bibe kesê yekem. Lê fîlmê wî ji aliyê her kesî ve bi heyecaneke mezin hat ecibandin.

Ew sînemaya rastî çêdike û di karê xwe de gelekî serketî ye. Ji “Land and Freedom” heta “The Wind That Shakes The Barley”, ji “Bread and Roses (Nan û Gul)” heta bi “The Navigators (Rêber)” û hetanî fîlmê xwe yê dawî, wî jiyana karker û xizanan anî û tîne ser perdeya spî. Ji bo wê jî wekî derhênerê karkeran tê naskirin. Bi rastî jî mirov dema li fîlmê wî temaşe dike, saniye bi saniye, deqîqe bi deqîqe zêdetir dibe heyranê wî. Di nava hemû fîlmên wî de ya rastî, di nava jiyanê de perçeyek ji me heye. Ew di wê dema hêvî lê herê kêm û bêzarî xurt de bi rûyê xwe yê ken û dilê germ hêviyê dide. Filmê “Sorry We Missed You” jî bi heman naverokê ye.

Hêviya têkoşînê

Wekî fîlmên wî yê din, “Sorry We Missed You” jî bi keda gelek kesan hatiye çêkirin. Di vir de ya herî mezin jî keda Paul Laverty ye. Ken Loach bi salan e ku senarîst Paul Laverty re dixebite. Senarîst Laverty dram û jiyana çîna karkeran bi rêya senaryoyan îfade dike û dibe dengê proletaryayê. Ken Loach jî bi hostetiyeke mezin vî dengî li cihanê belav dike. Ji heqê van senaryoyan derdikeve. Di fîlmê “Sorry We Missed You” de jî heman peyam hene. Fîlm behsa malbeteke karker dike ku di nava xizaniyê de ye li bajarê Britanyayê New Castleê. Bav, Ricky (Kris Hitchen), dayîk Abby (Debbie Honeywood, kurê 17 salî Seb (Rhys Stone) û Lîza 11 salî. Malbat ji çar kesan pêk tê. Ricky, ji xwe re kamyonetekê dikire li şîrketeke belavkirina paketan, bi rêya fîrmayeke taşeron dikeve kar. Hevjîna wî Abby jî li kal û pîrên nexweş miqate dibe wekî hemşîre. Her du jî mirovên baş, dilpaqij û fedekar in, lê ev dîsa têrê nake. Seb ê 17 salî xortek di nava bêzariyê de, naçe dibîstanê, li kolananê ye û serhildêr e.

Liza bi xwe tam berevajî wî ye. Wekî dêya xwe bi dilpaqijiya xwe tê naskirin. Bav jî di nava vê bêzariyê de hewl dide malbata xwe ber bi hev ve bîne. Ev hewldan û fedekariya ber çav jî nîşan dide ku sûc hemû ne yê malbatê ye. Peyama fîlm ew e ku berpirsiyarê yekemîn sîstem e. Ken Loach, bi zimanekî zelal, sade û destnivîseke eşkere behsa jiyana malbeteke karker dike ya ku di nava çerxa sîstema kapîtalîzmê de têk diçe. Lê bêguman di fîlmî de tenê bêçaretî, zexta sîstemê a li ser mirovan nîn e. Di heman demê de motifê têkoşînê, hêvî û piştgiriya di vir de dertê pêş.

Xizanî, bêçaretî her çiqasî wekî kulmek di gewriya mirovan de eliqî bimîne yan jî dilê mirovên bi wijdan biguvêşe jî lê li aliyê din têkoşîn, rik, baweriya jîyanê jî sed carî mirovî bi hêvî dike.

Xelata mezin heq dike

Ji ber ku mirov dibêje, Ken Loach heye. Ew polîtîkayên sîstema Neo-lîberalîzmê hedef digire, wan dide ber rexneyan. Nêrînên xwe yên çep bi rêya sînemaya rast nîşanê hemû cihanê dide. Derhênerê 82 salî bi dehan salan e ku di vê xetê de dimeşe û ji jiyana xwe tu tawîz nedaye. Ji bo wê jî çi dostên wî û çi jî dijberên wî rêzeke mezin jê re digirin. Ji bo fîlmê “Sorry We Missed You” mirov dikare bibêje di nava bi dehan fîlmên Ken Loach de di warê hostetiyê de li asta herî jor e, di rêza yekê de cih digire.

Ev gotin li Festîvala 72’yemîn a Cannesê hat piştrastkirin. Fîlm, di serî de ji aliyê rexnegir û tevahiya temaşevanan ve hat ecibandin. Li gorî min xelata “Palmiyeya Zêrin” heq dike. Heger xelata festîvalê a mezin negire, ev ne ji ber tiştekî din e, lê tenê ji ber ku berî bi 2 salan bi fîlmekî li ser heman mijarê, xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergirtibû

aliguler1926@gmail.com
Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Birazî ka klamek Şakiro veke'

ad

Orhan Pamuk ji bo La Repubblica axivî

ad

Ebdî li ser heyeta ku here Şamê, alê, Kobanî, Minbicê û tiştên din axivî

ad

Romaneke li ser jiyana Osman Sebrî

ad

Reqîbê Amed Sporê diyar bû

ad

Ji ‘Siwarekî Bêniştiman’ sê helbest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname