Diyarname
Di çarçoveya “Projeyên Kurtefîlman ên Xwendekarên Sînemayê” de 20 proje hatin xelatkirin. Din av wan de xebatkarên Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê Firat Yavuz jî heye.
Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û TURSAK ev 6 sal in xelatê dide projeyên xwendekarên sînemayê. Çalakiya bi navê “Sînemagerên Pêşerojê” piştgiriyê dide projeyên xwendekaran û ew proje wekî fîlm têne kişandin. 20 projeyên ku îsal bi ser ketin duh êvarê xelatên wan hatin belavkirin.
Merasima xelatdayînê ku li Navenda Çanda Fransiz li dar ket de ji derdora sînemayê derhêner Reis Çelik, Sirri Sureyya Onder, Huseyin Karabey, Nebil Ozgenturk, Muzaffer Hiçdurmaz, Derviş Zaim, Hatice Aslan û gelek kesên din hebûn.
Di merasimê de Serokê TURSAK’ê Engin Yigitgil axaftineke kir, da zanîn ku ew çalakiyên xwe ji bo ciwanan li dar dixin ji berk u ciwan pêşeroj in; di dawiya van projeyan de derhênerên hêja derdikevin.
Yigitgil ji bo piştgiriya projeyan bang li dewletê jî kir û got: “Ez ji dewlet rica dikim pêşî li projeyê binêre û binirxîne, dûre binêre ka kîjan saziyê ew proje şandiye. Ji ber ku di demên dawî de gelek agahiyên tevlihev têne pêşkêş kirin.”
Çalakiya “Sînemagerên Pêşerojê” ku îsal 6’emîn car li dar ket, di nav 6 salan 1118 proje ketine pêşbaziyê û heta niha 120 projeyê piştgirî bi dest xistiye û hatine kişandin. Îsal jî 204 proje ji bo çalakiyên hatibûn şandin û ji nav wan 20 projeyên serketî hatin xelatkirin. Her wiha TURSAK û CANON’ê 3 projeyên din jî hilbijartin û xelatên taybet dan wan. Xwediyên projeyan digel plaketê, alîkariya madî jî girt.
Ji Tirkiyeyê ji gelek zanîngehan xwendekaran xelat girt lê herî zêde bi 7 projeyan Zanîngeha Marmara ya Stenbolê xelat girt. Di nav kesên xelat girt de xwendekarê kurd Firat Yavuz ku digel xwendekariya xwe karê xwe yê sînemayê di bin banê Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê de kar dike. Yavuz ku di Beşa Sînemayê ya Enstîtuya Zanista Civanî ya Zanîngeha Marmarayê de dixwîne bi projeya xwe ya bi navê “Dema tûyan” xelat girt.
Navê projeyan û kesên ku xelat girtin:
Yuzleşme (Ahmet Toklu), Mum Işiginda Milenyum (Alaaddin Toy), Bekleyiş (Aydin Oztek), Yagmur Yagacak (Can Islakoglu), Sesler (Deniz Dargi), Yazi (Emre Kabakçi), Don Aynaya İyi Bak (Ferit Ozdemir), Dut Zamani (Firat Yavuz), Meret (Hakan Omer Zorka), Kontrast (Hande Erkan), Babam Tarih Yapiyor (Haydar Demirtaş), Bir Çizgi Bir Nota (Irmak Sueri), Suna (Mehmet Yurekli), Oyun (Meral Efe),
Mum (Nihan Kahraman), Ters Koşe (Selami Genli), Sesleri Gormek (Sezen Kayhan), Çocuk (Tufan Bora),
Ben Unlu Degilim (Kanşan Volkan Duranoglu), Nolya (M.Cem Oztufekçi).