logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Serok û mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin

Piştî Emîn Ayna û Ozdal Uçer, hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî di nav de 5 mebûsên BDP û Şaredar Baydemîr jî dest bi g

  • Dîrok: 10/11/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
Piştî Emîn Ayna û Ozdal Uçer, hevseroka BDP'ê Gultan  Kişanak jî di nav de 5 mebûsên BDP û Şaredar Baydemîr jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Niha 7 mebûs di grevê de ne.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, der barê greva birçîbûnê ya parlementerên BDP'ê de li avahiya KCD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Kişanak, diyar kir ku êdî dema ew li benda deqe û saniyan rawestin tune û her saniye, deqîqe û saeta ku derbas dibe girtiyên ketine grevê ber bi mirinê ve biçin û divê edî her tim li kolanan bin.

Kişanak, da zanîn ku niha û bi lezgîn gav neyên avêtin û çare neyên dîtin dê mirin çêbibin û ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dê nebaş be. Kişanak wiha got: "Em dîsa bang li hemû raya giştî dikin û dixwazin guh bidin dengê wijdana xwe. 64 girtiyên ku ji 12'ê rezberê ve û girtiyên ji 24'ê rezberê ve dest bi grevê kirin û girtiyên pişt re dest bi grevê kirin rewşa wan her ku diçe girantir dibe. Divê em ji bo rewşa van girtiyan dakevin kolanan û di nava têkoşînê de bin. Em dîsa bang li her kesî dikin û dixwazin hestiyar tev bigerin û guh bidin wijdanê xwe û li daxazên girtiyan xwedî derkevin. Di ser çalakiyê re 60 roj derbas bûn.”

'60 ROJIN EM DI NAVA HEWLDANAN DE NE, LÊ HIKUMET BÊDEGN E'

Kişanak, da zanîn ku ev 60 roj in grev didome û ji bo daxwazên girtiyan bi cih bên serî li hemû rê û cihên eleqedar dane. Kişanak, destnîşan kir ku daxazên girtiyan daxawên wan in û wiha got: "Em 60 roj in di her alî de di nava hewldanan de ne. Me serî li hemû derî û cihên eleqedar da. Em ketin nava hewldanan. Me li kolanan, li ber girtîgehan û li meclisê û li her derê eleqedar ketin nava lêgerîna çareseriyê, me xwest dengê wan bilind bikin. Me xwest li kolan û qadan mîtîng û meşan pêk bînin û wijdanan hişyar bikin. Lê hemû xwepêşandan û çalakiyên me hatin astengkirin û qedexekirin. Em rastî êrîşên bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Çalakiyên me hatin qedexekirin û astengkirn. Deng û awaza me ya ji bo mirin pêk neyê hate birîn. Ji bo em rê li pêşiya mirinê bigirin em daketin kolanan. Ji bo em destûr nedin alozî, mirin û êşê em daketin kolanan û em niha hê li kolanan in."

'ÇALAKIYÊN ME DÊ BERDEWAM BIKIN'

Kişanak, da zanîn ku li gel vê helwesta hikumet û dewletê ya di neçareseriyê de israr dike û li gel hemû astengî û zextên li ser wan, dîsa wan gav bi paş ve neavêtiye û wiha berdewam kir: "Em tu carî gavan bi paş de navêjin. Em dîsa ji bo ku pirsgirêk bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe û daxwazên wan pêk bê em dê li kolanan bin. Ji bo em rê li pêşiya mirinê bigirin em dê her tim di nava hewldanan de bin û li kolanan bin. Di encama nirxandina partiya me de û hewldan û hevdîtinên partiya me de, em ketin nava hewldanan û em bi hemû partî û saziyan re ketin danûstendinê. Êdî dem hatiye ku hemû kesên xwedî wijdan li ber girtîgehan kom bibin û dengê xwe tevî dengê girtiyan bikin. Em dê sibê êvarê (Şeva Şemiyê) bang li her kesî bikin ku ampulên xwe vemirînin û pêşerojê ronî bikin."

'SERDEST LI DIJÎ AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ NE'

Kişanak got ku, hêzên ku serdestî xistine destê xwe û li Enqere erka rêveberiyê xistine destê xwe ger ku para xwe ji demokrasiyê negirtibin û daxwazên gel li ber çavan negirin, nikarin pirsgirêkê çareser bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtiyên ku azadiya wan ji destê wan hatiye girtin û mafê siyasetê ji destê wan hatiye girtin. Di vê çalakiyê de parlementer û şaredarê me jî hene. Ev ji bo demokratîkbûn, aştî û aramiya Tirkiyeyê berpirsiyariyek e. Em berpirsiyariya xwe ya li hemberî dîrokê bikar tînin û em dê bikar bînin. Ji ber vê yekê hem li parlementoyê hem jî li kolanan em di nava hewldanan de ne. Parlementerên me jî tevî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Îro jî parlementerên me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em jî dixwazin zextên li ser gelê me bi dawî bibe. Tecrîd bi dawî bibe. Daxwazên hevalên me yên girtîgehan daxwazên me ne. Ji îro û şûnde em 7 parlementer û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ketin greva bêdem û bêdorveger."

Parlementerên ketin grevê ev in:
Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak,
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk,
Parlementerên BDP'e Emîne Ayna,
Sebahat Tuncel,
Ozdal Uçer,
Sirri Sureya Onder,
Adîl Kûrt
û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr.

***

Nûçeyên eleqedar (Hûn bixwazin kîjan nûçeyê bixwînin, sernavê wê bitikînin):

- 8 mebûsên BDP'ê yên din dikevin grevê
- 'Em ji ser hişê xwe biçin jî mudexeleyê me nekin'
- Mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 10 hezar kes di greva birçîbûnê de ne
- PDK, YNK û Goranê piştgirî da grevên birçîbûnê
- Stenbol bû qada şer
- Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)
- 'Ev der ne deriyê bavê walî ye'
- Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin
- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev
- Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?

- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê

- Çalakiyên îro li her derê didomin

- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir

- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir

- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin

- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir

- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire

- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal

- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin

- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne

- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê

- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne

- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê

- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê

- 36 roj in girtî di grevê de ne

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Cejna we pîroz be

ad

Porteqala Zêrîn dê bang li Îranê bike

ad

Helîm Yûsiv: Nivîsandin li ba min encama şewata rih e

ad

Tabloyên jinan dipeyivin

ad

'Tarîxa Dewleta Kurdan' parçeyek dîroka kurdan ronî dike

ad

Abdullatif Şener ji AKP’ê îstîfa kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname