Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr TUSÎAD, Yaşar Kemal, Sezen Aksu jî di nav de ji bo pejinkariya grevên birçîbûnê dê here cem gelek rewşenbîran.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr roja 24'ê mehê hat Stenbolê û di nav bernameya wî de heye ku roja 25'ê mehê û rojên dûre bi gelek rewşenbînî re hevdîtinê pêk bîne. Baydemir di van hevdîtinan de dê bike ku bala van rewşenbîran bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wan bixe nav tevgerê ku bêyî ku tiştek li kesî bê dawî li çalakiyan bê.
Li gor agahiyên gihîştine ber destê Baydemir dixwaze bi Yaşar Kemal (roja 25'ê mehê dê hevdîtinê pêk bîne), Sezen Aksu, Seroka TUSÎADê Umit Boyner, MUSÎAD, nivîskar Adalet Agaoglu, muzîkar Zulfi Livaneli û hinek rewşenbîrên din re hevîditinê pêk bîne. Ji bo van hevdîtinan ji hinan civan hatiye xwestin, hin dê hê bi wan re bikeve nav têkiliyê.
Her wiha wekî agahiyek: Îro greva birçîbûnê ya girtiyan ket roja 44'an
***
Nûçeyên eleqedar:
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne