Diyarname
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin û Hevserokê BDP'ê û msebûsê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder hatin ba hev. Di hevdîtinê de li ser grevên birçîbûnê axaftin hate kirin.
Mebûsê BDP'ê Onder piştî hevdîtinê ji bo NTV axivî got ku wan diyar kiriye ku grevên birçîbûnê di asteke krîtîk de ye û divê zûtirîn demê gav bêne avêtin. Wezîr jî gotiye ku dema grev bê bidawîkirin dê pirsgirêk hêsantir bêne çareserkirin.
Vane tiştên ku Onder ji bo NTV gotin:
- Daxwaza hevdîtinê ji me derket. Gavên ku BDP di vî warî de diavêje wekî "çavtirsandin" tê binavkirin. Em wekî partî tu qezenca me ji grevên birçîbûnê nîn e. Ji alî me ve "çavtirsandinek" nîn e, em dixwazin balê bikişînin ser grevan.
- Me digel Wezîr Ergîn li ser rewşa girtîgehan, rewşa girtiyan û encamên grevan ku dibe derkevin holê axivîn.
- Wezîrê Edaletê bi asteke mirovane nêzî meseleyê dibe. Em li ser ka bi qasî serê derziyekê jî derfetên çareseriyê hene yan na axivîn û me nirxandin kir.
- Gere em meseleyê ji çarçoveya 'bi paş ve gav avêtin yan bi ser ketin, gotina xwe dan qebûlkirin, yan jî nedan qebûlkirin' derxin. Ji ber ku kakilê meseleyê ne ev e. Mirov bi vî awayî nêzî meseleyê bibe mesele çareser nabe.
- Li vê derê mesele ev e ku tiştê ji aliyê hiqûqî ve meq e nayê bikaranîn. Dema mirov dest ji şaşiyê berde, kêmasiyan telafî bike dê mesele çareser bibe.
- Dibêjin grevên birçîbûnê bi fermana Îmralî hatine dest pê kirin. Ev derew e, tiştek wisa nîn e.
- Berî niha jî em bi şev û roj xebitîn. Em dixwazin wekî mirovê pêşbîn nîşan bidin ku dê ev mesele ber bi ku ve biçe, em wisa tevdigerin. Lê feryada me nayê bihîstin. Kesên ku di vî warî de fikrên xwe tînin ziman divê neyê bêrûmetkirin. Kes nikare kesî bi fermanê ber bi birçîbûnê ve dehf bide. Ez wekî kesek ku berê ketiye greva birçîbûnê vê dibêjim.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê


