Enqere
Abdullatîf Şener îro beşdarî civîna Ak Partî bû û îstifaya xwe pêşkêş kir. Şener dê partiyeke nû ava bike.
Abdullatîf Şener îro serê sibê beşdarî civîna MKYK'a ya Ak Partî bû û piştî ku nîv saet di civînê de ma, derket derve. Li derve Şener ji bo rojnamegeran ragihand ku wî daxwaznameya xwe ya îstîfakirinê pêşkêş kiriye. Şener got ku wî di civînê de axaftineke xatirxwestinê kiriye û wiha berdewam kir: "Min dawaznameya xwe ya îstîfakirinê da. A rast ev ne pevçûneke. Îstîfa tişteke medenî ye. Birêz serokwezîr jî got pîroz be. Me xatir ji hev xwest."


