Mêrsîn
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) yê Mêrsînê Ferhat Arslan ku di operasyona li 6 bajaran de li gel 38 kesan hatibû binçavkirin û serbest hate berdan, îro dîsa hate binçavkirin û girtin.
Di 25'ê rezberê de operasyona di bin navê "KCK'ê ku navenda wê Mêrsîn bû" û li bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Amed, Êlih, Şirnex û Dêrsimê li dar ket, di encamê de 38 kes hatin binçavkirin. Ji 38 kesan 25 kes hatin girtin.
13 kesên ku di nav de nûçegihanê ajansa DÎHA yê Mêrsînê Ferhat Arslan jî hebû serbest hatibûn berdan. Piştî heyetê derbarê 11 kesan de dîsa biryara girtinê da, nûçegihanê DÎHA'yê Ferhat Arslan û 4 kesên din dîsa hatin binçavkirin û girtin.
Arslan ku ji bo biçe Hatayê li Otogara Edeneyê hat binçavkirin, ew birin Midûriyeta Polîsan ya Edeneyê. Cîgirê Serokê BDP'a Akdenizê Sitki Aydemîr, Xebatkarê GKM'e yê Mêrsînê Mehmet Uluyer, Xebatkarê Şaredariya Akdenizê Huseyin Duran ji aliyê heyeta Dadgehê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê.


