logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Ji bo kurdî name ji rêberên dinyayê re hat şandin

KNK, komeleyên kurd ên li Ewropayê, hin parlemen, nivîskar û rewşenbîran ji bo kurdî name ji rêberên dinyayê re şand.

  • Dîrok: 23/10/2008
  • Beş: Nûçe

 

KNK, komeleyên kurd ên li Ewropayê, hin parlemen, nivîskar û rewşenbîran ji bo kurdî name ji rêberên dinyayê re şand.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sernavê "Ji bo mezinên dinyayê name" nameyeke nivîsand. Name ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon, Dîrektorê UNICEF'ê Carol Bellamy, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê José Manuel Barosso, Serokê Demê yê Yekîtiya Ewropayê Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy û Serokê Meclisa Nûnerên DYA'yê Nancy Patricia D'Alesandro Pelosi re hat şandin û di nameyê de xwestin ku ji bo perwerdehiya bi kurdî piştgirî bê dayîn.
Di nameyê de hate gotin ku "25 mîlyon kurd li Tirkiyeyê ji perwerdehiya û hînkirina zimanê kurdî bêpar e; ma ev kirin ne eybeke mirovahiyê ye?" û wiha hate berdewam kirin: "Em di wê baweriyê de ne ku hûn rewşa polîtîk a kurdan a li  Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û bi rewşê dizanin. Nêzî 25 mîlyon kurd li Tirkiyeyê hene. Wekî hûn dibînin ev hejmareke mezin e lê li Tirkiyeyê hê jî bi kurdî axaftin li ber sînorê qedexeyê de ye û rîskên cidî yên polÎtîk li ber in. Jixwe di nav perwerdehî û hîndekariya fermî de bi temamî qedexe ye. Piştî salên 2000'î hem bi keda kurdan hem jî bi nêzîktêdayîna pozîtîf a Welatên Ewropayê hin guherînên biçûk çêbûn. Lê mirov nikare van wekî reformê bihesibînin û jixwe ev gavê ku wekî erênî têne nirxandin jî di pratîkê de neketin jiyanê. Rewşa dawî ev e: Di serî de axaftina bi kurdî, nivîs û xebata çand û hunerî ya bi kurdî wekî nêzîktêdayîneke siyasî tê dîtin û bi lêpirsînan re rû bi rû dimîne."

Di dawiya nameya dirêj de wisa hate gotin: "Li Tirkiyeyê digel tirkî bila kurdî jî bigirin nav sîstema fermî ya perwerdehî û hîndekariyê û bila wekî zimanê fermî yê duyemîn bikeve bin ewlehiya Zagona Bingehîn. Ji bo vê yekê em dixwazin hûn tesîra xwe ya li ser Tirkiyeyê bixin jiyanê."

Kesên name îmze kirine:

- Rojan Hazim (Nivîskar, Serokê Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê yê KNK'ê)
- Derwêş Ferho, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
- Fehmî Balayî, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê
- Huseyin Xeliqî, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê
- Dr. Zedeşt Haco, Serokê Kurd PEN'ê
- Nizamettin Toguç, Serokê Kon-Kurdê, mebûsê DEP'ê yê berê
- Yekîtiya Mamosteyên Kurd
- Federasyona Komeleyên Elewiyên Kurd
- Federasyona Komeleyên Yêzîdiyan
- Civaka Îslamê ya Kurdistanê
- Ahmet Kahraman, Nivîskar
- Ali Yigit, mebûsê berê yê DEP'ê
- Amed Tîgrîs, Nivîskar
- Evdila Dirêj, Nivîskar
- Feleknas Uca, Mebûsa YE'yê
- Haydar Işik, Nivîskar
- Hêlin Evrîm Baba, mebûsa Eyaleta Berlînê
- Huseyin Kartal, Nivîskar
- Kazim Baba, Mamoste
- Medeni Ferho, Nivîskar
- Mehmet Şahîn, Nivîskar
- Mîrhem Yîgît, Nivîskar
- Nesimi Yaman, Helbestvan
- Dr. Remzi Kartal, mebûsê berê yê DEP'ê
- Serhat Bucak, Parêzer, Nivîskar
- Şemsettin Ahmet Aktaş, Nivîskar
- Şoreş Reşî, Nivîskar
- Prof. Dr. Şeyhmus Guzel, Nivîskar
- Zubeyir Aydar, parêzer, mebûsê berê yê DEP'ê

Ji ANF'ê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Mîhrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî dema serîlêdanê ye

ad

Rojnameger Smith bû Delala DYA'yê ya 2021'ê

ad

Li Wanê ji bo piştgiriya Azadiya Welat konserek

ad

De Mistura xwest çi bike?

ad

Ji îro çend nûçeyên derketine pêş

ad

Amedspor: Bila Midûrê Spor û Ciwanan ê Bajêr îstîfa bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname