Diyarname
Li dinyayê kovarên wergerê, çîrokê, helbestê hene û tenê di beşa xwe de weşanê dikin. Kovarên wêjeyî yên bi giştî jî hene. Di nav kurdan de jî kovarên wêjeyî hene lê giştî ne, di nava xwe de çîrokê, helbestê, wergerê û nivîsên din jî dihebînin. Lê niha bi kurdî kovareke taybet, kovara ku tenê wergerê diweşîne û dê biweşîne, bi navê "Tabularasa" derket.
Belê "Tabûlarasa" li kovarên kurdî zêde bû û kovar dê li ser xeta wergerê weşana xwe bidomîne. Kovar ji wêjeya cîhanê dê nivîsan wergerîne û ragihîne xwendevanên kurdî. Bi vî awayî, bi rêya wergerê dê bike ku pireke xurt di navbera wêjeya kurdî û ya cîhanê de saz bike. Kovarê hejmara xwe ya yekemîn pêşkêşî xwendevanan kir.
Kovara ku bi navê "Tabularasa" (Lewheya Vala) derketiye edîtoriya wê Abdurrahman Çelik dike. Çelik ku yek ji endamê Lijneya Weşanê ya kovara Jiyana Rewşenê bû, niha kar û barê xwe yê nivîs û hunerê li Seyr-î Meselê didomîne.
Kovara ku di bin jêrnavê "Ji wêjeya cîhanê" de derketiye, cih dide tenê nivîsên wergerê.
Kovar, tekstên ji wêjeya cîhanê werdigerîne kurdî û diweşîne û dike ku du heman carekê derê.
Di vê hejmarê de ev nivîs cih girtine:
- Adolf jiD. H. Lawrence
- Yê Ku Li Bend û Lelên Xwe Mêze Dikir jiFuad Kehil
- Ciwanî û Kalî ji Îvan Bûnîn
- Hollê Xanim jiJacob Grimm - Wilhelm Grimm
- Dilê Simone de Beauvoirê jiLisa Appignanesi
- Kevirê Tavê jiOctavio Paz
- Mekîna Deng jiRoald Dahl
- Rêwîtiya Serê Dawiya Jiyanê jiTezer Özlü
Tabularasa berhemeke Weşanê Flîtto ye. Kesên bixwazin kovarê bi dest bixin dikarin xwe bi ser van nimreyên telefon û navnîşanên e-mailê re xwe bigihînin edîtoriya kovarê:
Navnîşan: İstiklal Cd. Nane Sk. No: 5/8 Beyoğlu/İstanbul
Tel: +90 (555) 389 72 26
Mail: tblrswerger@hotmail.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


