Diyarname
Çalakiyeke gelek balkêÅŸ hat pêkanîn: Ciwanekî kurd roja rojbûna xwe de li ber deriyê zanîngehê 8 hezar heb pirtûk belavî xwendekaran kir. Ev çar sal in ew tiÅŸtinên wisa dike.
Teqez heta îro li nav kurdan çalakiyeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Herî hindik heta niha tiÅŸtek wisa nehatiye bihîstin. Xwendekarekî kurd ê li Zanîngeha Çemçemal a Silêmanî ê bi navê Mebest Ebas di rojbûna xwe de 8 hezar pirtûk belavî xwendekaran kir. Ew dibêje ku dixwaze li gundê xwe jî pirtûkxaneyeke veke.
Li ser vê yekê ajansa Rojnewsê nûçeyeke saz kiriye. Mebest Ebas li ser meseleyê ji bo ajansê wisa gotiye: “Ev 4 sal in ez vî karî dikim. Sala yekem min 20 pirtûk pêÅŸkêÅŸî xwendevanên dibistanekê kirin. Sala duyem min 500 pirtûk ên çîrokên zarokan di nava bazarê de belav kirin. Sala sêyem ya 2020’an min bi heman awayî 500 pirtûk bi ser malan belav kirin. Îsal jî min 8 hezar pirtûk ji bo xwendevanên zanîngehê belav kirin. Armanca min ew e ku ez ciwanan hiÅŸyar bikim. Ez dixwazim hemû ciwan di roja dayîkbûna xwe de pirtûkan belav bikin û daran biçînin. Ez dixwazim di salên bê de pirtûkxaneyek li gund û hinek nexweÅŸxaneyan de vekim.”
Xwendekaran eleqeyeke mezin nîÅŸanî çalakiya Ebas dan û bê pere pirtûk hilgirtin.
Ev sala çaran e Mebest Ebas di rojbûna xwe de çalakiyên wisa dike, lê îsal ya herî mezin bû.