Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr di meclisê de li ser qedexeya derketina kuçeyan axivî. Baydemîr di çand cihan de bi kurdî ji Xwedê daxwaz kir, dia kir lê ev kurdiya Baydemîr di "tûtanak"ên Meclisê de nehat nivîsîn û wekî "X", "XX" hat nivîsin. Kurdî ku heta niha bi gelek ji ber di tûtanakan de nedihat nivîsîn û dibû meseleya nîqaşê vê carê jî wekî "X", "XX" hat nivîsîn.
Baydemîr di axaftina xwe de got ku niha haletî ruhiyeya wî ne normal e, li ber çavên wî jin, dayik, extiyar, kesên 80 salî, 71 sali, zarokên hê di zikê dê xwe de têne kuştin."
Baydemir bi kurdî got "Ey xwedê înşela êdî tu nehêlî , tu nehêlî, êdî bes e." Ev gotin neketin tûtanakê.


