Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku, li Roboskiyê komkujiyek vekirî pêk hatiye û got: BDP'ê 3 roj wekî şîn îlan kir. Roj ne ew roj e ku li mala xwe rûnê. Roj roja serhildanê ye. Divê herkes dakeve kolanan û komkujiyê lenet bike.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser bombebarana li gundê Roboskiya navçeya Qilabana Şirnexê ji bo ajansa DÎHA'yê axivî.
Demîrtaş diyar kir ku, ew ji bo biçin cihê bûyer derketine rê û wiha axivî: "Li Roboskiyê komkujiyek vekirî pêk hatiye. BDP'ê 3 roj wekî şîn îlan kir. Gelê me jî divê li her deverê ku lê dijî vê êşê parve bike. Divê gelê me li her derî nerazîbûna xwe nîşan bide. Ji ber ku ewê bixwazin serê vê bûyerê bigirin. Emê destûra vê yekê nedin. Emê li her deverekê, li qadan bin. Divê gelê me dij-derketina vê komkujiyê nîşan bide. Roj ne ew roj e ku em li malên xwe rûnên. Roj roja serhildanê ye. Bila hemû gelê me dakeve kolanan û komkujiyê lenet bike."
Demîrtaş destnîşan kir ku, komkujiya Roboskiyê piştî civîna MGK'ê pêk hatiye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Berpirsiyarê vê komkujiyê ew kesên ku bi şev û roj dibêjin; 'operasyon dê bidome' ne. Berpirsyar yên di civîna MGK'ê de biryara operasyona bejahî girtine ne. Wekî bûyera Muglaliyê dê nikaribin vê bûyerê veşêrin û devê dozê bigirin. Emê destûra vê yekê nedin. Dîrok vê yekê dê wekî komkujiyekî mezin binivîsîne. Ne pêkan e ku ser vê bûyerê bê girtin."
***
Nûçeyên eleqedar:- Navên kesên ku hatine kuştin
- Balafiran gundî dan ber bombeyan: 35 kes kuştin