Diyarname
Yekem belgefîlmê li ser Suryaniyan "Tîpek Ji Bo Sibê" ku Hakan Aytekîn kişandiye 15'ê mehê wê li Amedê bê nîşandayîn.
Par, derhêner Hakan Aytekîn li ser zimanê suryaniyan ku ber bi windabûnê ye belgefîlmekî bi navê “Yarina Bir Harf” (Tîpek Ji Bo Sibê) kişand. Belgefîlm niha di 15'ê mehê de li Amedê saet 14'an de li Dêra Meryem Ana bê nîşandayîn. Piştî nîşnadayîna belgefîlm dê bi beşdariya derhênerê belgefîlm Aytekîn, derhênerê dîmenê Turhan Yavuz û lêkolînvan Ozcan Geçer gotûbêjeke li ser belgefîlm û suryaniyan pêk bê.
Alfabeya suryanî ji 22 tîpan pêk tê. Belgefîlmê ku ev tîp girtine dest, li ser zimanê suryaniyan jî disekine di gulan û pûşpera 2007’an de hat kişandin. Li gor gotina derhêner Aytekîn li dinyayê li dor 4 mîlyonî suryanî dijîn, ji van 2,5-3 mîlyon li Hindistanê, yên din li Mezopotamya, li Ewropa, Amerîka û Afrîkayê dijîn. Derhêner Aytekîn li ser belgefîlm par ji bo me wisa gotibû; “Ji bo ku ez tîpekê ji bo sibê bihêlim, çand û zimanê suryanî nîşan bidim min ev belgefîlm kişand.”


