Diyarname
Çîrok bi vî rengî ye: Mirovekî bi navê Giuseppe Paterno heye. Îtalyan e û di sala 1923’yan de li Sîcîlyayê hatiye dinê. Ew bi pênaseya xwendekarê herî extiyar dihat nasîn û niha wî lîsansa xwe ya bilind temam kir.
Ew li nav malbateke xizan hatiye dinê. Ji xwendina pirtûkan û xwendina giştî hez dikir lê ji ber bêderfetiyê nekariye here zanîngehê. Dema Şerê Cîhanê yê 2’yemîn dest pê dike diçe şer, di bêndergehê de peywirê digire. Dûre di karê rêya hesinî de dixebite.
Lehengê vê çîrokê Paterno dema 30 salî ye ji derve beşdarî ezmûnan dibe û Beşa Enstîtuya Teknîkê ya Zanîngehê dixwîne. Paşê kar û bar, zewac, jiyana rojane, bêderfetî nahêle ew xwendina xwe bidomîne û dema dibe 60 salî û malnişîn dibe careke din berê xwe dide xwendinê.
Giuseppe Paterno du sal berê li ser dîrok û fîlozofiyê lîsansa xwe temam dike û dest bi lîsansa bilind dike. Paterno li Zanîngeha Palermoyê li ser heman mijarê lîsansa xwe ya bilind niha temam dike. Ew du sal berê jî xwendekarê herî extiyar bû û niha dîsa rekora xwe şikestibû.
Paterno bavê du zarokan û kalê çar neviyan e. Çapemeniya îtalî dibêje wekî ciwanan daxwaza xwendinê pêre heye.