Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê li avahiya xwe kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe hilbijart.
Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê li avahiya wan li dar ket. Di kongreyê de li dor 30 delegeyî dengê xwe bikar anîn. Ji bo dengdayînê ji her kesî pirsîn ku kî dixwaze bibe endamê/a rêveberiyê bila navê xwe li lîsteyê bike. Di dawiyê de lîstiyeke ku navê li dor deh kesî têde hebû hate amedekirin û delegeyan dengê xwe dan. Yên ku zêde deng girtin wekî endamên rêveberiyê hatin hilbijartin.
Li gor encamê Dîlawer Zeraq, Îrfan Babaoglu, Lal Laleş, Mehmet Çakmak, Mehmet Devîren, Sîdar Jîr û Şêxmûs Sefer wekî rêveberên nû hatin hilbijartin.
Her wiha Osman Ozçelik, Salih Sezgin û Şerefxan Cizîrî jî ji bo Lijneya Disîplînê hatin hilbijartin.
Endamên rêveberiyê yên nû roja 13'yê mehê dê li hev bicivin û ji nav endamên nû serokek, cigîrên wî hilbijêre, her wiha peywirdariyeke nû saz bike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.