Diyarname
Şaredariya Patnosê bi biryara endaman navê "Orhan Dogan" û "Azadî" li du parkan kir lê qeymeqamiyê ew nav qedexe kir.
Şaredarê Patnosê Yusuf Yilmaz da zanîn ku li ser anket û li ser daxwaza gel wan xwest navê parkên li rojhilat û rojnavê Patnosê yên bi navê "Osmanî" û "Selçuki" biguherînin û navê "Orhan Dogan" û "Ozgurluk" (Azadî) li wan bikin. Li ser vê yekê endamên Meclisa Şaredariyê biryar girt lê peymeqamê Patnosê Tuncay Dursun ev nav qedexe kir.
Qeymeqam Dursun daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa got: "Biryargirtineke di vî warî de bi dengdayînê be jî ji bo min tu qîmeta wê nîn e. Navên ku ne li gor hiqûqê ne li gor xala 81'ê ya Zagona Şaredariyan a bi hejmara 5393'yan ev nav hatine redkirin.
Şaredar Yilmaz jî da zanîn ku ewê li hemberî vê yekê dozê vekin.


