Diyarname
Dest bi firotina bilêtên 30’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê kirin. Di festîvalê de fîlmên kurdî jî têde bi ser 238 fîlm hene.
Festîval îsal di navbera 2-17 avrêlê de li dar dikeve. Ji 19’ê vê mehê ve dest bi firotina bilêtên festîvalê tê kirin. Bilêt li cihên firotina Biletix, li navenda bangê ya Biletix (0216 556 98 00) û li salonên sînameyê yên Atlas, Beyoglu û Rexxê têne firotin.
Buhaya bilêtan bi 12 TL, ji bo xwendekar û yên temen bi ser 65’î re 8 TL, Galayên Akbankê û Fîlmên 3 Bere bi 15 TL têne firotin.
Her wiha di çaroveya festîvalê de seansên navrojê (11.00 - 13.30 û 16.00) yên nav hefteyê bi 4 TL’yî têne firotin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş
- Festîvala Stenbolê peşî diçe dibistanan
- Xelata Rûmetê ya Zekî û Metîn e