Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê amadehiya li dar ketinê dike. Di festîvalê de kesên ku dê xelata rûmetê bigirin diyar bûn.
30'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal dê Xelatên Rûmetê yên Sînemayê bide derhêner Yusuf Kurçenli, derhênerê dîmenê Ertunç Şenkay û du lîstikvanên navdar Metin Akpinar û Zeki Alasya. Xelat di 1'ê avrêlê, di merasima şeva destpêka festîvalê ku wê li Qesra Kongre û Pêşangehê ya Lufti Kirdar de bê lidar xistin de bêne dayîn.
Lîstikvan Metin Akpinar li ber şanogerên wekî Haldun Taner, Ulvi Uraz lîstikvaniya xwe pêş xist. Di nav avakarên Devekuşu Kabare Tiyatrosu de cih digire ku ev yekemîn şanoya kabare ya Tirkiyeyê ye. Wî piştî salên 70'yî di fîlmên sînemayê de cih girt û di 40 salan de di zêdeyî 50 fîlmî de rol girt. Di van demên dawî de jî di rêzefîlman de dilîze. Akpinarî bi salan tevî Zeki Alasya di fîlman de lîst û ew wekî du lîstikvanên şirîk hatin dîtin.
Zekî Alasya di sala 1959'an de bi awayekî amator dest bi şanoyê kir, zû pêş ket, wekî Akpinar wî jî di nav avakarên Devekuşu Kabare Tiyatrosu de cih girt. Wî di sala 1973'yan de dest bi sînemayê kir, heta niha di 64 fîlman û rêzefîlman de lîstiye, 28 fîlm derhêneriya wan kiriye û bi giştî 8 heb jî senaryo nivîsandiye. Alasya niha di rêzefîlmekî de dilîze.
Derhêner Yusuf Kurçenli ku xelata rûmetê wê bigire di sala 1977'an de fîlmên bi navê "Bedeli" kişand û dest bi sînemayê kir. Dûre wî fîlmên wekî "Recep Ve Zehra Ve Ayşe" (1983), "Gramofon Avrat" (1987), "Çozulmeler" (1994), "Gonderilmemiş Mektuplar" (2002) "u "Yureğine Sor" (2010) kişand. Fîlmê Kurçenlî "Karartma Geceler" jî wê di festîvalê de bê nîşandayîn.
Derhênerê dîmenê Ertunç Şenkay jî di sala 1975'an de dest bi sînemayê kiriye. Derhênerên wekî Halit Refig, Zeki Okten’e, Sinan Çetin, Ali Ozgenturk, Nesli Çolgeçen, Zeki Alasya, Zeki Demirkubuz, Ersin Pertan, Mustafa Altıoklar, Derviş Zaim jî têde ew heta niha bi gelek derhêneran re xebitiye.