Diyarname
Duh li meclisê ji bo 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bibe roja betlaneyê rûniştinek pêk hat û pêşniyarname hat qebûlkirin.
Pêşniyarnameyê ku 1'ê Gulanê wekî "Roja Ked û Pişgiriyê" ji bo meclisê hatibû pêşkêş kirin bi erêkirina hebûsên hemû partiyan hate qebûlkirin. Ji niha û pêde dê 1'ê Gulanê li Tirkiyeyê wekî "Roja Ked û Piştgiriyê" bibe roja betlaneyê û wisa bê pîrozkirin.
Meclisê 1'ê Gulanê wekî roja betlaneya fermî qebûl kir lê pêşniyarnameya ku Newroz jî bibe roja betlaneya fermî red kir. Pêşniyarnameya ku DTP, CHP û MHP'ê piştgirî danê bi bersiva na ya AKP'ê pêşniyarname hat redkirin.
Walî: Destûr ji bo Taksîmê nîn e
Di vê navberê de Waliyê Stenbolê Muammer Guler da zanîn ku ew nahêlin li Taksîmê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin.
Turk-Îşê hefteya borî serî li Walî dabû û xwestibû li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin, Walî destûr neda û qadên Çaglayan, Kadikoy û Kazliçeşme ji bo wan pêşniyar kir.
Turk-Îşê gotibû Taksîmê nedin me emê zor nekin, lê saziyên wekî KESK û DÎSK'ê du hefte berê diyar kiribûn ku destûr bê dayîn jî neyê dayîn jî ewê derkevin Taksîmê û 1'ê Gulanê pîroz bikin.