Fêrgîn Melîk Aykoç
Gelên bindest ên ne xwediyê statuyekê ne, ji hemû rîçal û têgihîştina dîroka xwe tên qetandin. Bîra wan ya dîrokî tê valakirin, yê heyî jî tê reşkirin. Di cihê wê de dîroka li ser ezberên dagirkeran di mejiyên gelên bindest de, tê çandin. Ew gel piştî vê prosesê êdî di her warî de ne xwe, bi ezberên dagirkeran dijîn. Di cihê rastiyên xwe de hestê dîrok û rîçalên xwepiçûkdîtinê bi cih dibe. Ev jî dibe înkar û rêya xwebişaftinê vedike. Gelê kurd li her parçeyî kirine nava vê pirosesa têkbirinê.
Ji bo rastiya dîroka me û vê prosesa têkçûn yan jî têkbirina netewa me têgihîştinê, divê em wê pêvajoya dema Dara Yawuş (Darios I.) bi her awayî binirxînin û rastiya wê demê ku bi zora şûr û rim dane ber me, bi zanistî verisînin û derxin hişmendiyê. Hetanê em vê nekin, emê ne bikanin van kirinên serdestên tirk, ne jî yê dagirkerên Faris têbigîjin. Heta vê helwesta serkariya Sûrî ya li ber mirinêye jî, fêm nekin. Rastiya vê înkar û jenosîda dagirkeran îro dane ber me, di wê dema Darios de veşartiye. Îxanet, jixwe revîn, serîçemandin û hevkariya hin derdoran ta ji wê demê ve maye.
Pers bi dest Kuroş ruxandin Serweriya Med re, wekî parçeyek xwe be, bi darê zorê bi xwe ve girêdana êl û êlatên Medya ve derket ser dika dîrokê. Eger ew wê demê bi ser neketa wê îro navê wan û farisan di nava rûpelên dîrokê de neba! Lê wî di dema xwe de nekanî tevahiya Medyayî bigire bin kontrola xwe, tenê derket seferan, talan kir û bi vê talanê bû Kuroşê Girs.
Dema Darios I. bi kuştina Kambîs II. re bû şahinşahê persan, gelê med bi serhildana di rêveberiya rêber Gaumada û fermandariya Fravartîş, Stran Taxma, Vahiyaz Data û yên din ji % 80 xaka Medya ji bin dagirkeriya persan rizgar kirin. Darios, bi alîkariya îxaneta Taxmas Pada û hin eşîran; berê ev serhildana di nava xwînê de fetisand. Darios I. bi xwe li ser zinarên Bestûnê bi nivîsa mixî daye nivisandin ku wî bi sed hezaran medyayî di komkujiyê re derbaz kiriye.
Darios I. piştî Komkujiya Medan du tiştên girîng dike. Ew kirinên wî îro jî wekî çekeke bêbext li hemberê me tê bikaranîn. Yek; dînê Zerdeştî dipejirîne, wê dike dînê şahînşahiya persan û bi tevahî ji destê mediyan derdixe. Di navenda wê de pîrên persan dide rûniştin û wekî çekekî kêrhatî ji bo serweriya xwe bikartîne. Lema zerdeştiyên îro li Hindistanê hê jî ji xwe re “Parsî” dibêjin. Wan bi rêya dîn piraniya der û dorên Med yê serhildêr xesandin û helandin.
Ya diduyan; tu statu neda medyayiyan, ew bê statu hiştin. Her û her di nava medyayîna de bangaşiya; “hûn jî ji me ne! Hûn eşîrên me ne. Ev şahînşahiya serweriya me tevan e! Hûn dikanin di nava şahînşahiyê de bibin her tişt. Rêya we vekirî ye." Lê statuya gelên din nas kirin. Mînak ermenî, babîlonî, grêkên Anatolya, eşîrên Afganistan û Pakistanê wekî Satrapî (Kolonî, mîrîtiyên serbixwe Otonamî/ xudmuxtariyetê) hatin naskirin. Heta carna serokên wan wekî mêvan li Persopolîsê dihat pêşwazîkirin. Li Persopolîsê relyefên vê statuya hin gelan heye.
Darios I. ji bo vê bi gelê Medya bide pejirandin li her derê komkujî pêkanî. Da ku bikane mora xwe li eniya medyayiyan bixe, medyayî cardin nikanibin rabe ser xwe, di nava tirsê de bijî, bi zanistî relyefê li ser zinarên Bestûnê da teraştin, wekî bibêje: “Binêre hûn serî hildin, encama we ev e!" Di wê relyefê de Gaumada di bin lingê Darîyus de ye. Stuyê neh kesan jî zincîr kiriye. Di nava wan de tenê Nîduntu Bel babîlonî ye. Yê din gişt rêberên Medan in.
Fars îro jî li gor polîtîka Darios I. tevdigerin, kurdan wekî eşîreke farsan dibînin. Ligel wê bê navber tenê Kkurdên serhildêr dibin sêdarê. Yanê dibêje; “Tu ji me yî, yan tu dibî em, yan jî diçî sêdarê! Heta hin kesên qaşo dîrokzan dîtine û bi rêya wan hewldane ku Darios I. kurê Histaspayê hov wekî kurd nîşan dane.
Selçûkî, Osmanî ne tirk bûn. Rêberên wan faris û afgan bûn. Wan ev giyana Dariyos kirin xizmeta serweriya tirk jî. Tirkan di Lozanê de Tirkiye, wekî dewleta tirk û kurdan nîşan da. Bi awayê mînaka Darios I. pêşî li statuyeke kurdan girtin. Ermenî, suryanî, rûmên Anatolya bi kêmanî, dikanîn ji statuya xwe ya kêmarî di warê bawerî û ziman de sûd werbigirin. Lê kurd tenê bûn objeyên divîbû bihatana bişaftin, helandin û hestê wan ê kujeriyê têrkirinê. Em kirin “kart kurt“ em kirin eşîrên tirk û tirkmen. Dem bi dem jî em kuştin. Carna jî wekî Darios I. destên me kirin kelepçeyan û di çapemeniya xwe de ji bo çavtirsandinê weşand. Dînê îslamê wekî mînaka Darios I. kirin çekek herî bêkêr, bi formên cuda (diyanet, terîqat û) girseyên bê hay xapandin, li dij me bikaranîn. Û hê jî polîtîkaya hemû dagirkeran li ser wê xeta Darios dimeşe. Ew vê bîra dîrokê pir baş dizanin û li dij me bikartînin. Bes em dîroka xwe nizanin û gelek caran dibin alavên vê polîtîka kolonyalîst a bê perwa.
30.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
Foto ji vir "https://www.britannica.com/biography/Darius-I" hatiye girtin


