logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Bi Çîkê dibêjin û bi Maçîkê vedgêrrin

Dewleta Tirkî berî heyamekê xweş pif kire Sorê, ya xapandina Kurda li joryê Kurdistanê, piştî def qutaneka mezin bo Kena

  • Dîrok: 02/03/2009
  • Beş: Serbest


Ebdulhemîdê Bamerrnî

Dewleta Tirkî berî heyamekê xweş pif kire Sorê, ya xapandina Kurda li joryê Kurdistanê, piştî def qutaneka mezin bo Kenalê Têlefizyonê yê ku bi Ezmanê Kurdî weşanê dike gelek zirrzirr kir û jêhel û jorda û hêve û wêve Kenalê TRT 6 vekir  û Serokwezîrê Tirka hat û têda got ( TRT 6 li we pîroz be) û ew kire sedeqe bo serketina Tirka biser hêza siyasî ya di Giyanê Kurda da dişaryêt û roj bo rojê gerimtir lê dihêt.

Serokwezîrê Tirka bi Kurdî peyîvî û li bin barê giranê Serkêşya siyasî ya joryê Kurdistanê, eve jî hate kirin da pîçekê berê Bêhna xwe firheket û bişêt pêtir pêt xwe rapavêjît, belê her di  wî demîda xwe ji rastîyê vedizî ne got Kurdistan û Kurd li nav Tuxîbê Tirkî jî hatîne merçiqandin.

Tiştê ji Tirkî hatîye zanîn van çend salêt bihurî, wekî serborrekê  dîrokî jî eve ya hatîye kirin her ji Direwêt Etatirkî, Menderesî, Ozalî, Necmeddîn Erbekanî heta gerr gehiştîye teşqelêt pênc Kîlo yêt Meqarna û Jehra Kurd kujyê Çaya bertîla ya lêgerrê Şîrê Osmanya yê vebirandina Ermenya û Xwînrrêjê Xwîna Jin, Pîr, Zarro û bê desthelatêt Kurda û Behîdarê Xezzeyê, ji wan hemîya dema tengav dibin hewara xwe diînine ber Cembazya û heta duhî bes tenê Memkêt hawîşkirnê yêt Zarroya ji Kurda re dikirne diyarî lê îcar Tîrkê xapandinê hinkî mezintir lêkir TRT 6 têkir. Kar hind liber siyasetvanêt Tirk têkçûye heta Erdoxan dixwaze Şivan Perwer û Ciwan Haco Vegerrin joryê Kurdistanê da bi Marş (Kîne Em) denga bistînît û serê Kurda biherrişînît.

   Belê ew Diyarî ne di ciyê xwede ne jî di demê xwede hat. Mixabin Nehêjayan ev Şirînqe çareya tirsa wan nake. Ne di ciyê xwede ye, gere ciyê wê ji Kurda bi Kurdî bo Kurda û mirovanyê be, ew ji dojminêt sitratîcî yêt Kurda bo xapandina Mirovanyê û şikandina difna Kurda hate vekirin. Ne di Demê xwede ye, çinkî êdî Kurd nema heyranê wê be û ji deh Kenalê Kurdî pêtir hene. Eve wekî wê Çêlekê ye ya ji tirsa berhavêtî (abortion). Vêca têşkê hikometa Tirkî bû yê mirî û hejî Ritekêye (Le`inet). Ew jî xema dîrokê.
 
   Heqê Xwendevanê vê nivîsînê heye gazindê pirr ji dil ji min bike, ji ber gotna Diyarî. Belê ez daxwaza lênegirtinê ji wî Xwandevanî dikem, bes min eve ji kîna xwe nivîsîye û eve jî wekî Torbekî Meqarna hijmartî ye û ez dixwazim bibêjme Erdoxanî tênde Pirêza Tîrkê Meqarna te çend mifa jê kirîye ewê mifayê firotina TRT 6 ê ji wî pêtir ne be.

   Heta vêrê husa, belê pa heke Serkêşya siyasî ya DTP ê ev dirbe ne vegirtiba û serevraz berîv Enqerê ne zivrrandiba ve da Erdoxan vê care difna Amedê, difna Kurdînyê hemêye, şikênît.

  Eve hate wergirtin, bi dirustî jî wesaye, wekî heqekê sitandî, belê dojminî viya wê bo xwe mifay jê biket, û wekî çekekê bi xwedîyê xweve bipeqît, bikarîna û kire delemêta liber sîngê serkêşya DTP ê veday. Her çende serkêşyeka wekî ya DTP ê bi Serborr û giyanfîda pêtvî hindê nabît xwe pirr biwestînît, çinkî Tirk wekî siyaset hind di derheqê Kurd û mirovanyê de di xaînin ku rojê sedcarî dê di derazînka xwe helingivin û dê pîla wan bite Şipek. Belê di gel hindê tivya dîrok serketina DTP ê û çawanya bersivdana wê bi xwîna Canemerga binivîsît da ne hête jibîrkirin.

   Sera (bîsebeb) Ezmanê Kurdî di siyaseta Kurdewaryêda Leyla Zana deh sala kete hindurr û li wêrê piştî Dengê wê Tirkî ya Kemalî hijandî, wan gotnêt kurt Kurdî, Kurdewarî  û Azadî ya di serîda şarandî. 

   Dirûşmê (silogan) ku zarroyên dîrokê li Kolanên bajêrrên joryê Kurdistanê di nivîsin ( Em dixwazin bi Ezimanê deyka xwe bixwînin û perwerde bibin), kire dirbê şikandina difna pîlana Erdoxanî û gotê çima rê nadey Kurda bi Kurdî bixwînin, binivîsin û bipeyivin ger to welê dîmokratî, way deryê Dîmokratyê li taxê Baxlera (1) vedibît. Ma Têlefizyona Kurdî bo Kurdaye an bo Perlemanê Ewropaye?

   Ew Konfiransa li Heblêrê ku li bin navê (Diyaloga Kurdî _ Tirkî ) hatîye girêdan, mirov ne şêt bibêjît tiştêt husa di baş nînin, belê pa pêtvîye mirov pêtir bi hişyarî bixebitît û tivya serkêşya siyasî li jêrya Kurdistanê pêtir ji girêdana Konfiransê liser kaudanêt demê girêdana wê rawestaban, da liser kîstê Kurda li helbijartinêt joryê Kurdistanê ne bît, çinkî Tirkêt Erdoxanî, her wekî ji axiftinêt wan xoya bûy, yêt hatîne wêrê ji ser xatra helbijartina û ew li nik Tirka ne zêdey Berrebeyt (Pirropagende) a helbijartinêye.

   Xala ji wê jî û ji hemî Tişta bi bihatir roja girêdana Konfiransêye, ew roj jî ya bi kêşan û pîvane di Dîroka Kurdînyêda û di wê rojêda Tirka digote tevê Dinyayê me Serokekê Kurda girt çinkî hingê di bê minet bûn, ew roj jî 15 Şiwatêye û hêja Ebdullah Ocalan yê lê hatye girtin û dirbekê bi Kurda hemya ketî û hingê Serokê deverê jî bi wê girtinê yê ne xweş bû.

   Di gel hindê jî serkêşya siyasî ya joryê Kurdistanê bersiveka gelek baş û bihêz ku baş dengveday jî da. Ew jî Ehmed Turkî diyaloga xwe di gel Tirka bi Ezmanê Tirkî û Kurdî li civata Berdevkêt (Perlemanter) Tirkîya kir û gote Tirka (heta mar rast ne bît na çîte di kunêve), heku gotye Erdoxanî direw besin, heke to rê bideye xwe bi Kurdî bipeyîvî gere to berî her tiştekî vî heqî bo xwedî yêt wî Ezmanî bixwe misoger key.

Peyva Ehmed Turkî li Perlemanê Tirkî Bersiveka gelek bihêz bû bo Konfiransa Heblêrê, ew Konfirans li demekî bû ku Polîsên Tirka Serê Zarrok û Jinên Kurd li Kolanên Amedê li ber Doqiçka (Qamçî) di peqandin û ciyê Şêx Se`îdê Pîran lê helawîstî xwîn lê diherrikand.

   Ehmed Turkî bi aşkira bê tirs gote Erdoxanî Kurdî hingê ya serbeste heta êkser (mubaşir) ji Perlemanê Milletêt Tirkî û bê vebirrîn û bê daxwazkirina lênegirtinê ji Guhdar û Bînerêt Tirkîya, bo hemi Dinyayê bête veguhaztin, eve jî hingê dêbit heyanê Kurd kesnasa Kurdînya xwe disitînin. Xwezî hizirkerêt jêrya Kurdistanê dwîrtir hizra xwe kiriba da bersiva wê Konfiransê ji TRT 3 ê ne wergirtiba. Heku gotî; Me Peyva Ehmed Turkî birrî çinkî bi Ezmanekê ne destwîrday di Perlemanîve axifvî, da hûn baştir bizanin navê Ezmanê Kurdî jî ne îna her wekî berhevbûyêt Konfiransê jî ji Xwîna Kurda li Heblêrê xar û vexwar û tênivistin û Gotna ku Kurd an Kurdistan têde hey qet ne gotî.
  
   Ew bersiva Ehmed Turkî day, difna direwêt Serkomarê Tirkî di gel Kenalê (El_ Erebîye) heku gotî em gelek ji Kurdêt joryê Îraqê hezdikeyn, şikand. Vêca Hêjayê Ehmed Turk gotê benê direwa kurte , heke rast diken vaye ez bi Ezmanê wan dipeyîvim û dibêjme we em daxwaza serbest kirin a Ezmanê Kurdî Kurmancî dikeyn. Ger hûn rast dibêjin dê Maddê 81 û hemû qanonêt êk Millet, êk Ezman û êk Dewlet ji Destwîrê resîdken (jêbiben).

   Serkomarê Tirkîya raste gelek hez ji Kurda diket, belê heke di mirî bin. Ew hez ji Kurda naket heke hevbaskêt wî bin. Erdoxanî TRT 6 bi Kurdî pîroz kir û Ebdullah Gulî jî Evîna dilê xwe bo tuxmê Kurd diyar kir, van herdoya bi çîkê got, TRT 3 ê daxwaza lênegirtinê ji Bînera kir weşan a xwe birrî, çinkî Kurdî di Perlemanîde hate peyîvîn, û got me birrî çinkî li dîv Maddê 81 ji Tirkî pêve tu Ezmanê dinî nabît bête peyîvîn, vêca bi maçîkê, gotna wan herdoka kire di zikê wanda,vegêrra.
  
   Ji vêrê wêve jî di mînîte liser millêt dengderêt joryê Kurdistanê…….. dora Kanyê dora weye, Denkê avê li milê weye, DTP e jî partîya weye. 


28/02/2009

 

Têdîtin:

1 _ Baxlera jartirîn Taxê Bajêrrê Amedêye.    

zanabamarni@hotmail.de
  
***

Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Helbijartinên jêrya Kurdistanê
- Kî bi ser ket?
- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?

-

 

Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Tirbespiyê pirtûkxaneyek hat vekirin

ad

Walesê Tirkiye heta ber derî dehf da

ad

Leonardo DiCaprio pereyeke gelek mezin da Ûkraynayê

ad

Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin

ad

Faik Bulut diçe Îngilistanê

ad

Fawaz Husên diçe Batman, Mêrdîn û Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname