logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Helbijartinên jêrya Kurdistanê

Perlemanê jêrya Kurdistanê ya navdar bi Dever (Herêm) a Fidral a Îraqê û herdu Partî ên mezinên wê deverê birryara helbi

  • Dîrok: 17/02/2009
  • Beş: Serbest


Ebdulhemîdê Bamerrnî

    Perlemanê jêrya Kurdistanê ya navdar bi Dever (Herêm) a Fidral a Îraqê û herdu Partî ên mezinên wê deverê birryara helbijartina Perlemanekê nwî da  li roja 19/05/2009 ê û digel hindê jî çavek bi Qanwîn a dengdanê jî da gêrra. Li dîv rojvegêrr (rojname) û yêt devera Kurdistanê, çi kes xoserî xwe nikarît, xwe ji dervey listên darêxistî bo hedamya Perlemanî berbijêrket.

   Heke êk hebît jî yê ku dil tê hebît, xwe kandîd biket, tivya lîstekê ya ne ji çar navan kêmtir pêşkêşî destek a çavdêrya helbijartina biket. Vêca heke hat û ev tişte çêbû jî ne ya dwîre desteka navbirî bibêjîtê, hijmara navên hewe di kêmin û pêş û paşda bihête zivrrandin û rê ne denê pişkdarî helbijartinê bibît. Her çende ez nizanim ka rêje ya 7%  hêj maye an jî rakirîye.
   Tiştê ji hemya balkêştir ewe ku Kurda digot ew dê helbijartinên deverê piştî ser rastkirn a kaudanêt Kerkûkê ji nwîka ken, da bisanahî Berdevk(1) (nwîner) ên xelkê deverên bikirrubkêş liser hey, bi helbijartineka bi tinê bo hemi jêrya Kurdistanê (Kurdistana Îraqê) bihêne helbijartin.

   Belê Xundkarên jêrya Kurdistanê noke yê dibêjin, ew dê helbijartina ken û hêna arêşa Kerkûkê, Xaneqîn di gel pêvenwîskê xwe, Şêxan, Zemmar û Şingalê her wekî xoye û hêj ya bi girêtir lêhatî. Eve rê liber singê çend pisyareka vediket:
   1 _  Erê (aya) Kurda dest ji awazê Kerkûkê berdaye? Heke wan dest jê berdabît:
   2 _  Erê ew kesên navdarên Kurd yên herro ji sipêdê heya nê êvarê Kerkûk kirye alavê denga bidestve înanê vê gavê dêşên bersiva xelkê den û ew yê diçine hebijartina bêy ku fertirîn tiştê wan di Pirogiramêt xwe da tekez liser dikir, bidestve bêt?
   3 _  Erê dest jê berdan beramberî çi? Pêdvîye bersiva vê pisyarê bihête dan, heke ne hête dan, tivya deyk û xwedî ên Canemerg û Berzebûyên piştî pêkhatina 11ê Axlêva 1970 ê heta evro daxazken; Boçî 39 sala me xwe da qelandin bo çinne?! Çinkî siyasetvanêt me bi xwe dibêjin ; Ne êka Kerkûkê ba me çi şer ne dikirin. Ez bi xwe nizanim dê berpirsêt me çi dene ber rwîyê xwe dema xelk vê danîte ber çavêt wan. Erê ew husa hiş bi berpirsiyarî ya dîrokî diken?
   4 _ Ma heke ev helbijartine hatine kirin, ma ne Fatîhe xwandine liser giyanê Kerkûkê, Dilê/Qudsa Kurdistanê? Ji min ve bo Behdîna wekî parçek ji Kurmancîaxêvan, ( Ne Ker di Garranêye û ne jî hîsab di gel Gavanîye), çinkî her çawa bît em bi piş guhve di havêtîne. Vê dîmahyê jî ji sê pirojêt ceyranê yêt dê UNO li Kurdistanê çêket, êk bire Heblêrê û êk jî bire Silêmanyê û yê sê jî bire Kerkûkê da Kerê diwazdê (Elfîrqa 12) ya reşekêt Norî Elmalikî, eva ji nwî li Kerkûkê belavkirî, bi vî destkeftîve bikevîte nava Kerkûkê. Li yarya kurk û mîrkanê jî gote Dihukê, bo vê, bo vê, bo vê û Dihukê jî kunpivê. Pirojê Kehrebê ewê divêt li gelyê Reşave çêken, ewî jî bêhneka siyasî jê dihêt, ne dwîre  ji ber hinê bît da ew cihêt Karkera xwe têrra veşartî bin av ken.

   Ez nizanim boçî Behdînî bo Kerkûkê bikene girî û xo gêwilê xwe jî têkbiben. Bingehêt zanînê, Teknolojya, Destkarî (Sîna`et), Hatinuçûn (Firrîngehên Navdewletî) û Ragehandin tev ê li Hevlêrê û Silêmanyê. Yê li Dihukê hey, bi sed qeda (bela) ve çing û lingê zanîngehekê ye, ew jî ya kal û kiromeye. Sora li wêrê jî bi Soranî Meftîhan (Îmtîhan) a diken.

   Ma heke Kerkûk bête ser devera Kurdistanê dê Dihukê bîte Senterê Diravî yê deverê, em ji mêje jî dizanîn yê Bazarrê Borsê li Heblêrê çêdiken. Her çende Dihuk bajêrrê êkê yê Kurdistanê ye ku dikevîte ser tuxîbê du parçêt dî yêt Kurdistanê, hêj pêtir joryê Kurdistanê êkser yê bi Bazarrê Ewropa ve girêdaye û berjewendêt Hikumeta deverê û Tirkiya gelek yê di navik helbûyn.

   Helbijartin dê li J. Kurdistanê hêne kirin bi vî rengê jêrî:.
   1 _ Lîstek ya Partî ya Dîmokrata Kurdistanê û bahra pêtirê ji Berbijarên wê Silêmanî û Heblêrîne û ya berhizi ewe ku pêtirî 90%  Soranîne. Evê Partîyê serkêşya wê Kurmancîaxêvin belê pa wan jî dest yê ji Behdîna berday û tevn û berrkêt xwe û Sorana digelik yêt birîne berik û kenkenêt wê hemî bi Soranî di peyîvin û di pişikdarin di gel berbendkirina diylêkta Kurmancî yê de û hêj nahêlin şagirdêt Behdînî li Hevlêrê an Silêmanyê bi Kurmancî Meftîhanêt (Îmtîhan) xwe biken, her wekî Behdînî ji destkeftî yêt şorreşê Kurrêt Jinbabê.

   Ne bes ew, hêj pêtir xandin li deverêt Behdînya geleka jî ya kirye Soranî wekî Diyane ku pêtirya xelkê wê Kurmancîaxêvêt Barzanîne xandina wan bi Soranîye, neke eve ji Îsay bibin û Mehemd jî ne niyasît. Arêşeka dî jî ya bo Dihukê çêkirî ew jî ewe xandin heta sala şeşê bi Kurdîye  ji wêrê pêhel bi Soranîye, me`ina vê ewe ku Şagirdê Behdînî neşêt bi yê Sora re bigehît û paşve mînît ji giş lave.
 
   2 _ Lîsta Êkatî ya Nîştîmanê Kurdistanê hema ji wê bigerre ew bixwe hedamê serokînî ya wê yê ku Kurd (Behdînî), li Kombûna serê xwe didanîte ser milê xwe û pixdikete xewê, ew hêja mayê xwe di çi naket. Hindîke mamê Şêrkoye ew jî qesabê serê Kurmancîyêye.
   3 _ Lîsta her çar Partîyêt biçwîke Ku xwedê wî Têkelê siyasî ne parêzît ew jî evene:
     a/  Êkgirtuya Îslamî ya Kurdistanê û Ayetullahê wê Soraye.
     b/  Komele ya Îslamî ya Kurdistanê û Ayetullahê wê jî Soraye.
     c/ Partî ya Soşyalîst ya Dîmokratî ya Kurdistanê serkêşê wê Mehemedê Hecî Mehmwîdîye, ew jî xelkê Silêmanyêye.
     d/  Partî ya Zehmetkêşêt Kurdistanê (xwedê qewetê), serkêşê wê jî Soraye mala wî ya li Silêmanyê û li sala 1994 ê şerrê (P. D. K. û Y.N. K.) wan jî pişta Êkatî girtibû.
   Hindîke Partîya Kommunîstêt Kurdistanêye jî ku tinê awazêt xweş dibêjît xwedê neket jî çi bikevîte desta heke xelkê Kurdistanê jî wekî yêt Êkînî ya Sovyêtê dê xelk li Erdî li nanî gerryêt û nan jî li Esmanî bît û pêtirya serkêşya wê jî Sorane û sikirtêr jî Soraye.

   Berî nêzîka du sala hindek Kadirêt paşmakêt partî ya Gel yêt Behdînî da dilê xwe ku bo xwe Baskekê siyasî çêken û ji ber hindê jî xo gehande serkêşya Êkatî, wan jî ew gazî Silêmanyê kirin û jê xwast biçine di gel rêzêt alê navbirî da û heku zanî wan divêt wekî Baskekê siyasî Behdînî di gel wan bin, îna wan jî her êk ji wan hindek pare danê û zivrrandineve cihêt jê çûyn.
 
   Li dîv zanîna min ewan Kadira ya gotî ku Partî ya gotîye Êkatîyê naçêbît hûn wan wergirin. Belê heke wejî bît, Êkatî rêkêxistî ya xo ya Behdîna hemyê bi liqeka Partî li nav xwe didanin.    Eve jî li dîv raporteka ji Nivîsîngeha Siyasî ya wan ku li Hawlatî hatibû belavkirin. Jiber hindê jî ne ya berhizre eve we biken ku Baskekê siyasî li devera Behdîna çêbibît ji kesêt, ne di gel Partî bin.
   Peyda ne bûna vî Baskî jî, Partî ziyan ya jê kirî û xelk yêt ne di gel wê hemîya qesta wan Baskêt siyasî ya kirî yêt pêtir bi ser Êkatî ve diçin. 
  
   Ez bawer dikem, ew gotina dibêjît Partî nahêlît çi Baskêt siyasî xurrî Behdînî li nav Behdîna çêbibin, eve jî rast bît, çinkî li dîv bendêt Pêkhatina Sitiratîjî, herduk (Partî û Êkatî) yêt liser hindê pêkhatîn, kes çi jê veteqyayêt ya dî ne wergirît û harîkarî ya çi Sitêreyêt siyasî  ji herdu lave ne hête kirin heke bêt û tiştekê wesa çêbibît li Heblêrê û Silêmanyê an jî li Dihukê, ji bilî ew Partî yêt ji vêrê pêhel navê hatî û ew jî di wana da di şehrezane (Ne Tirrin deng jê bêt ne jî Fisin bêhin jê bihêt) û ya êk û du jî naken.

   Mirov ni zanît ka Behdînî çawa dêşên çine di Perlemanî ve, çinkî her şeş Partî yêt navê wan li jor hatî hemya berê wan yê li Soranyê û ew Behdînî yê di gel wan Partî ya jî ne şên bikvne Perlemanî heke tiştekî ji belê pêve bibêjin, an jî bi Kurdî ne ku Soranî bipeyvin.
 
   Vêca ma êkê Behdînî heye ku daxaza heqê xelkê xwe biket an jî li rêkekê bigerryêt da Behdînî wekî Behdînî û xoserî xwe bikevîte Perlemanî, çêdbît jî evê rol hebît di bersîng girtina Karkera jî da.
 
   Çêdibît gelek kes hebin bivêt tiştekê husa biken, bes pa newêrin û hêj Rwîdana helbijartinêt sala 2005 ya li pêş çava.

   Belê pa mezin dibêjin (çwîvê sitwîre û danê hwîre) vê jî  pêdvîye xebat bo bête kirin da çwîvê wan jî sitwîr bibît û ka dê Kurd jî çarekê li xwe ken. Çinkî Sora noke Birr ya ji qurim kirî û Behdînî yêt ji destkeftîya pejinîn.


15/02/2009

 

 


Têdîtin:.
 
1 _ Gotina Perleman ya hatî ji peyva (Parlare) ya Latînî û bo Axiftina ji pêş êkê dîve dihête bikarînan û me jî bi Kurdî beramberî wê gotina (Berdevk) ya hey, wê jî her dibêjne wî kesî yê ji pêş êkîve diaxivît.

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Referandûma li Başûr

ad

Xelata Nobelê ya Aborî jî dan

ad

Gelek rojnameger, şanoger, muzîkar hatin binçavkirin

ad

Dawiya mehê li bajaran çalakiyên cur bi cur

ad

Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havel dan Osman Kavala

ad

Li Londonê dê li hunera Hokusai teşame bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname