Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her sal xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç dide kesên ku di vî warî de kar kiriye îsal vê xelatê li ser navê siyasetmedarên kurd ên di girtîgehê de dide Hatip Dicle.
Niha bi sedan siyasetmedarên kurd bi îdîaya endamtiya KCK'ê di girtîgehê de ne. Wan siyasetmedaran di danişînên dozê de bi israr xwestin bi kurdî parastinê bikin. Destûr nehat dayîn, zimanê kurdî wekî "Zimanê nayê zanîn ka çi ye" hat hesibandin. Di danişînên paşê de vê carê ziman fêm kirin lê dengê wan birîn. Bi gotina herî ji rêzê nexwestin ew bi kurdî parastina xwe bikin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî ji bo piştgirî bide vê helwestê îsal Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç li ser navê van siyasetmedaran dide siyasetmedar Hatip Dicle.
Enstîtuya ku di salvegera wefata Sagniç de kesê xelatgir diyar dike di salvegera Enstîtuyê de dide.
Enstîtuyê heta niha ev xelat dabî Zana Farqînî, Malmîsanij, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, rojnameya Azadiya Welat, siyasetmedar Ahmet Turk û Kawa Nemir.