Diyarname
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeyê Yusuf Tekin ragihand ku îro dê 20 hezar mamoste bêne tayînkirin. Di vi warî de ji bo gelek beşan kontenjan hatine veqetandin. Diyar bû ku ji bo kontejana kurdî tenê 10 kontenjan hatine veqetandin.
Agahî li ser malpera MEB'ê hatiye belavkirin û pêre ji lîsteya kontenjanên mamosteyan hatiye belavkirin. Di lîsteyê de ji bo "Ziman û zaravayên dijîn" ji bo kurmancî 6, ji bo kirmanckî (zazakî) 4 kontenjan hatine terxankirin.
Di listeyê de zimanên din jî hene. Ji van ji bo erebî 262, ji bo almanî 288, ji bo farisî yek, ji bo îngilîzî 968, ji bo rusî û ji bo tirkî jî 804 kontenjan veqetandine.
Însiyatîfa Mamosteyîn Kurdî li ser vê yekê bi ser hesabê xwe re wisa gotin, "Di kontejanen mamosteyan de 10 kontejan tenê dane kurdî ev eyb e şerm e. Bi sedan zarokên ku dersên kurdî hilbijtine hene. Lê mixabin 10 kontejan tenê hatiye veqetandin."