logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Mungan: Tirkiyeyê ne tenê ziman, wijdanê xwe jî winda kir
  2. FîlmAmed bi xelatdayînê bi dawî bû
  3. Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje 'Divê li her malî bi kurdî bê axivîn'
  4. Weşangerên kurd qala pirtûkên xwe dikin
  5. Lehiyê zirakek mezin da pirtûkxaneyê
news-details

Çend gotin û peyvên kurdî

Çend gotin û peyv hene, heyanî niha di nivîsariya kurdî de cih negirtine. Yan jî gelek hindik cih girtine. Ji van peyvan

  • Dîrok: 26/11/2013
  • Beş: Serbest

Qato

 

Çend gotin û peyv hene, heyanî niha di nivîsariya kurdî de cih negirtine. Yan jî gelek hindik cih girtine. Ji van peyvan hinek, tenê bi serrûyî têne şixûlandin û şîtiya gotinê divenişte. Peyvên ku jiyanek wan a dirêj û rengîn digotiniya kurdî de hene, bêguman sirûsitareya kurdî diparêzin, berûpaşê ramanê fireh dikin. Îro, di şûna peyv û gotinên rûnîştî û werbêjkirî de di berhemên edebî de peyv û gotinên terişî û şeqitî têne bikaranîn. Ev yek jî zimên tahmçûyî û tînşikiyayî dike. Di baweriya nivîskarên kurd hemûyan de gumana; “hizr û ramanên wan yê kûr û bilind hene, lê zimanê wan ji van ramanan re teng û kin e” heye. A rast, ji kertekê şûn de raman û ziman di eynî beroşê de dikelin; yek kêm be yê din zêde nabe. Tevî ku kosteka “Nivîsa Kurdî”  bi derengî hatiye qetandin û nû nû bi çepikan ketiye jî “vegotiniya devkî ya kurdî” bi qandî zimanekî nivîskî mexel daye. Ji aliyekî ve “nivîsa kurdî” perûşaxên kurdiyê daperçandiye; di hinek berheman de zimanekî rût û repal dilenge. 

Di jiyana kurdî de zimanê kurdî dorfireh e. Peyv çalak û jêhatî ne. Ziman gerok e. balgiya zimanê kurdî bi xeml û nexş e. Ku em kanibin kapola li ser zimanê kurdî rêj bikin, wê zîvoka zimên zîva xwe bide ramanên me.

Ev peyv û gotinên ku ez dê li jêrê binivîsim dibe ku li hin herêmên din bi hin dengên cuda jî hebin.

Pardax: di wateya veşartin û nixûmandina tiştekî de. Mînak: jî wî re pardax dike. Ez pardaxa xwe nadim kesekî.

Mexel: 1. Di wateya veketina pez û bi argo veketina mirovan.2. di wateya bergirtina pirrhijmarî. Mînak: mexelê îsotan baş e.

Dordor: wext bi wext, dor bi dorê. Mînak. Dordor diçû gerê.

Pûrûmûr: tevayiya tiştekî. Tevî post, tevî qaşil û pelçan. Min kenger tev pûrmûrê dan wî.

Şivî: di rengekî de ziraviya rengekî din vedibêje. Mînak: şiviyên sor di îşlikê wî de hebûn.

Çîzîn: êşa bişewat e. mînak: ji pêş te ve dinal im û diçîz im.

Kûş: dijwateya bellê ye. tiştê kin û biçûk e. mînak: guhên wî kûş in.

Hen: ji bo tişt û kesên di rengê henê de. Mînak: bizina hen, mirovê hen.

Tîztîzok: kesê zû tîz dike.

Dûdayî:  Tiştê bi dûxanê rengê dûxanê distîne, dûdayî dibe. Mînak: sêniya mezin dûdayî bûye.

Sorik ji destê wî de nakevin: pirr çikos e.

Hêlkanên wî/wê rabûn: xwe qure kirin, kêfkirin yan jî acizbûna derveyî edetê. Mînak:  Wî çawa bavê xwe dît, hêlkanên wî rabûn

Rîpik: derb, fêl û fût: min rîpikên wî dîtine.

Repîn: 1. Rampa, pal. Mînak: rê li ber deriyê wan repîn dibe. 2.  Dengê repandin( lêxistin) ê.

Gilaw: gewde, laş. Mînak: gilawê wê mezin e.

Tazîr: terbiye kirina bi darê zorê. Mînak: ev lawik nasekine! Hela tazîrekê bidê!

Kamazî: devbelaşî, kesê qisan dike û karekî nake. Mînak: tu dikî bike, nakiy dev ji kamaziya berde!

Ping: 1.xwe li benda tiştekî çik kirin. Mînak: pisikê xwe li ber şîr ping kiriye. 2. Rû daliqandin. Mînak: ew ji bo çi pingiriye.

Tiraz: gorî tê xwestin ne, gorî kêfa dilê xwe tevgerîn, qise kirin. Mînak: livir mala me dişewute, liwir ew li tiraza dixe.

Kapol: kaya hûrik a li dora bêderê ye. di wateya sergirtin, perdekirina tiştekî de tê bikaranîn. Mînak. Keçik xwe gadide, diya wê jê re kapol dike.

Potir: derew, kirinên veşartî. Mînak: tu bise! Potirê te yên derkevin.

Şiropand: awayê xwarinê. Di carekê wî tiştî dixwe, di binê beroşê de tiştekî nahêle.  Mast şiropand devê xwe.

Xax: 1. Tore kirin, rûswa bûyîn. Mînak: wî xax bi serê me de anîn. 2. Pirr mezin û pirr giran. Mînak. Mirovekî mîna xax e, ez pê nikarim.

Hag: qûfeya mezin e. Pê zibil tê avêtin. Di wateya pirr giran de jî tê bikaranîn. Mînak: merivekî mîna xag e, ez nikarim ji çiyê wî, wî bileqînim.

Daloq: darê pê loq tê loqkirin. Di wateya tişt û kesên şikil xirab de tê bikaranîn. Şivan merivekî jihevdeketî û daloqeyî ye.

Pezêv: kefek tenik û gilêzî ya gava meriv nexweş dikeve an jî pirr dibetile davêje ser devê wî/wê. Mînak: ez pirr tî bûbûm pezêvê avêtibû ser devê min.

Ji çavên wî fîlik fîlikî derdixe/ dertê: jê re namîne.

Li roaroa ye: di dêv de ye. wextê wê bi rojan maye.

Teriqî: tiştê pirr şewitî. Nanê teriqî. Ew qisa diteriqîne. Ev keç ji bo wî lawikî teriqî ye.

Xwewarde: poz bilindî, ji xwe hezkirî. Ew lawikekî xwewarde ye.

Rewtirewt: bi dengê hêl gotin û gazinç. mînak  bûk bi ser xwesiyê de dike rewtirewt( ewtiewt)

Ar berda gûzika xwe: çi kir, bi xwe kir.

Lokê sor: mêrê jê tê tirsîn, kane her îşî bike.

Patnî-yek: xwarina hindik û carakê. Mînak:  nan lêxist patniyek jê nexwar.

Zirope: merivê mezin û bêkêr e.

Kilora wê/wî ket rûn: a wî/wê lêhat.

Heçiyê min qelişiye: sihûda min qet tune ye.

Masiyê keran: kesê nizane tiştekî bike an jî tiştê bêaqil dike.

Xweşûbêj kirin: halê hevûdû pirsîn

Qûna xwe şûştin û dan ser pûngê: berê çi kiribin jî aniha naynin ser xwe.

Xwe jê kef kir: tiştekî xwe pêve nehişt.

Girêka wî/wê bi paş ket: tiştê dixwast bidest xist.

Îskar kir: dûz kir, rast kir( tiştek). Ji bo mirovê ji rê derketî: bise! Ez dê îskara wî/wê bidimê.

Qalûç: dasa devê wê xwar e. ji bo tiştekî ne dûz tê gotin: ling qalûç, pişt qalûç, dest qalûç.

Tahtî: belekî, li ser rengekî rengekî din yê zirav, di nava tiştekî de tiştekî din. Mînak: tahtiyên zer ketine zeviya gênim. Tahtiyê( damar) axa sipî di  nava axê de hebûn.

Çilka zêr: pirr pak e, pirr sipehî ye.

Pelqijî: vebûna movik û bûkikên daran.

Jê re qulpan dibîne: mahnê lê dixe, jê re hincetan dibîne.

Agir ji mizgeftê direvîne: pirr jêhatiye. Sekin tûne, tim dişûxile.

Hêws: pêjn. Li derdorê kesek heye, hest dike, lê hê ew nedîtiye. Hêwsa yekî ket ser min.

Çavreşa mahne xweş e: 

Ruhkêş: sirkat

Parxac: nanê di binê agir de tê pijandin. Ji mirovên qelew û bêtêşe re dibêjin: yekî/yeka parxacî ye

Newran: ji nefsa jinên dûcanî re tê gotin, dilê wan xwarinên cûda cûda dixwaze. Kesekî naxwaze tiştekî bixwe an bike tê gotin: newrana dike.

Bel: guhdirêj, tiştekî baş xûya dike. Ji bo mîz kirina li ser lingan û xwîna bi çarekê dipijiqe jî tê gotin. Mînak. Kêr li destê wê ket xwîna wê bel bû. mîza xwe bel dike.

Qulbax: tiştê di bendekî de rêzkirî. Mînak: qulbaxê îsotên hişk.

Li serê min kulik çêkirin: tiştê neman anîn serê min.

Dûrdî:qilêra pirr, ne zelal.

Helamela: tevliheviya pevçûnê, lezkirin, bêwextî. Mînak: me li hev dixist, di wê helamelayê de wê jî nanê xwe dixwar.

Qûjmûr: navê heba tirî ya bi guşi ve hişk bûyî ye. ji bo mirovên zayif tê gotin.

Pêjûng: guşiyê ku hebên tirî lê nemaye. Wexta ji nava tiştekî tiştên baş bên neqandin û yê nebaş bimîne, dibêjin: te ji min re pêjûng hiştiye.

Aşê cep anî serê min: serî li min gerand.

Pilingpilingî bû: her yek bazdan bi aliyekî de çûn.

Belate- Berate:  nîşan. Berdayîna pêşîn ya tiştekî. Belate ketiye tirî. Bê ser û belate çû.

Kûzêx: mirovê kin û kûp.

Ew dida ser çerx û dûzanê: riya wê vedikir, ew sor dikir, ew gij dikir.

Sorûkur: xwe baş xemilandiye.

Tûrê wî timî qul e: tim dixwaze

Bi moriyek Qul nake: bê qimet e

Pêdapêda: hêdî hêdî, dest pê kirine.

Tira xwe li bin guhê kesî naxe: kesekî bi tiştekî nahesibîne.

Berfeşo: berf û baran tevhev dibare.

Avşo: ava feraqan

Hayhaya wê çûye, waywaya wê maye: wextê wê yê baş çûye, yê xirab maye.

Bi helahelayê tajî naçe seydê: bi zorê tişt nabin.

Kuf: werim. Nan kuf bûye. (Kuf- kar)

Fîta wî lêxist. Fît kir, xelas kir.

Xwe li ser takî xemilandiye: tu çawa bêjî, werê xwe xemilandiye.

Tiliya wî timî di quna xelkê de ye: xelkê berra hev dide.

Yabelê: feqet, lê

Pîj: 1.tûjkirina serî. Serê tîrê pîj dike. 2.sorkirin; ez wî, lê wê pîj dikim.3. di wateya çikbûnê de: simêla wî pîj bû. giya di ber koka darê de pîj bû.

Gij:1. Tahrik: conge gij dikin ser mangê.2. di wateya dîkbûnê de: mûyê canê min gij bûn.

Xar: hûcûm: bi hev re xar birin ser dûjmin.

Qorî- qorîkirî: sînorkirî, qedexekirî. Tenê ji xwe re veqetandin. Mînak: zeviya xwe qorî kiriye( qedexe). Sîng û berê wê ji xwe re qorî bike( ji xwe re veqetandin)

Kelxût: ji dewra re xwe de ketî: maşîna kelxûtî. Kêra kelxûtî( ko). Mêrê kelxûtî. Diranên kelxûtî.

Boqanî: bi hevlîstina ku tê de liva dest û laş jî tê de heye. Bihevşabûn.  Mînak: zarok boqaniya dikin. Dilê wê boqaniya dixwaze.

Zikdaye: 1. Ji tiştê ku ber girtiye re. 2. Tiştên ku werimî: mangê zikdaye( ya ducanî ye yan jî pirr xwariye zikê wê werimiye). Diwarê me zikdaye( aliyekî dîwêr derketiye der, li çûyînê ye.)

Rarû: 1. rû bi rû hatina hev. Mînak; em li bajêr rarûyî hev bûn.2. bela xwe di rûyê yekî/yekê dayîn. Mînak:  tevî ku tiliya min di karê wan de tunebû jî, ew rarûyî min bû.

Ron: dijberî hişk e. tiştekî hişk gava dihele ron dibe. Mînak: av zêde daye hevîr, hevîr ron bûye. Ji bo mirovan kesên ji hedê xwe derdikeve, kesê pîvana xwe xirab dike, kesê di dewsa xwe de nasekine. Mînak: ew nivîskara  ron bûye.( nav û nasa xwe ji wêjeyê girtiye, lê bêheq ketiye polemika siyasetê.)

Gûyê ron: kesê di cîh û hedê xwe de nasekine. Kesê bela xwe di xelkê dide. Mînak: law! Tu çi bûyî gûyê ron û ketiyî ber derê min!

Quzê gur/ Quzê kûçikê: tevî ku xirab û heq nake jî, timî bextê wî baş diçe. Tevî ku ziyan daye herkesî, dîsa jî herkes li dora wî/wê dicive.

Pirêza xwe nade kesekî: bi sirûstar e. çi dike, çi nake, kesek pê nizane.

Pozê wî ketiye rêxê: ketiye rewşek werê xirab, nikare ji nav derkeve, xwe tev dide xirabtir dibe.

Bi tiliya merîv de namîze: pirr çikos e.

Kiras û xwediya berahev dide: pirr paşgotiniyê dike.

Dê û dot in: ê hev in. Zahf ji hev hez dikin.

Di zikê xwe de maran xwedî dike: pirr di binîvî re. Xayîn e.

Bi  tiliya xwe mijiyaye: tiştan tê derdixe.

Li ser kîrê xwe guzan dişikîne: pirr xurt e.

Di çaviya kaniyê de dirî: her tiştî berbad dike.

Miriya tazî dike: dizekê bê emam e.

Şîrê kerê vexwariye: nezan e, bêaqil e. tiştekî ji nava tiştekî nikare derxe.

Hezar carî derpê diya xwe biriye ber avê û aniye: bîjî ye

Quna xwe biqetîne: çikasî zorê bide xwe jî nikare bike.

Nanê çîvikê: tiştê pirr hindik e.

Dev heran: çi tê ber dev, dibêje

Nêçele nêçele: gelek. Wê nêçele nêçele dolap li serê min gerandin.

Monc: bê eyar. Ne her wext, lê wexta li kêfê be, yan jî bide dil dike. Mînak: ji bo bigirî li monca ye( li mahnê)

Dewla xwe lêxist: tiştê dixwast carekê girt.

Dewla merîv timî tije nayê: hertişt her wext mîna meriv bixwaze nabe.

Kelûav: xebat, xwî. Mînak: Em şixûlîn, lê kelûava me giştîk vala çû.

Gawan: bihûroka ji zixûr mezintir û ji gelî biçûktir.( bi tirkî bogaz)

Gever: şîpa avê. Mînak: gevera avê da ser bostanê xwe.

Bi gûyê kûçikê ve derket: tiştekî wî/wê nemaye. Rûswa bûye. Zilût bûye.

Mîna kîrê kûçikê li ber deriya digere: tazî û rût, belangaz, fuqare bêyî ku tiştekî bi dest bixe li kolana digere.

Moza wî/wê hatê: bê ku sebebekî berbiçav hebe, dike:” fişt” û direve.

Hêka wî/wê hatiye: bê wext, zû radibe diçe.

Mîna moza gû ye: îşê xwe nizane û hêdî hêdî dike. Tiştekî ji nava hev dernaxe.

Hijdiya: cinawir. Marê hijde serî.

Kûpê fisan: kesê pirr dixwe û karekî nake.

Kana derewan: zahf derewan dike.

Çêldîk: çêlika dîk. Ji bo mirovên zaîf û bîçûk yên xwe, xwe ji xwe mezintir dibînin.

Qûtê nemir: xwarina hew qasî merîv pê xwedî dibe. Tiştê merîv têr nake: mînak: wêjeya Kurdî mîna qûtê nemir e.

Partax: tiştê mezin û fireh. Mînak: ew qun partax e.

Horbor: bê pergal kirina tiştekî bi xurtî û zû.

Bi ser êr û avê xist: sor kirin, xapandin. Ji bo kesek karekî bike, derheqê wî karî de gelek tiştên rast û derew  jê re dibêjin.

Botav-potav: giyayekî tûmê wî biçûk e. rengê wî zera li ser sorê ye. pirr zû agir digirê. Loma kesê nafikire û zû tvdigere jê re dibêjin: mîna botavê ye.

Hol bû- hil bû ser xwe: di carekê de radibe ser xwe.

Tiloqanî- taqle. Mînak: ji kêfan tiloqaniya dide xwe.

Qilopanî:  bi ser hev de qelibandin. Mînak: min kevir carê qilopand, gêr bû çû.

Merîvên feqîr tim li pirêzê tên girtin: merivên feqîr tu caran nikarin tiştekî xwe veşêrin.

Gurçikên xwînê: goştekî bîçûk ê sor di ber çavan de ye.

Sor û viz: kesê bi qelecan, bi tirs û rewşa kesên xwediyê xwestekên nepayî. Mînak: min jê re got: “tu derewandikî.” Sor û viz bû, dengê xwe nekir.

Dustan: berpirsiyariya jiyanê. Mînak: bavê wî mir, êdî dustanê wî ket hustiyê wî. dustanê malê di hustiyê min de ye.

Kumir: zanîna hiş, zanîna aqil. Ji kesên ku gorî pergala jiyanê tevnegerin re dibêjin: bê kumir e. ev kes nizanin wek mirovên din bifikirin, ber û paşê tiştan nizanin.

Toto: aqil. 

Zik kiriye def:1. Ji bo jinên ducanî. 2. Ji bo wên zikê xwe bi xwarinê şidandine tê gotin.

Poz ketiye ber: 1. Ji bo yên xeyidîne. 2. Ji bo yên têkçûne tê gotin.

Didanê xwe lê tûj dike: tehdît dike. Nêta êrîşê kiriye.

Kîrê xwe bi ser doxînê re derxistiye: “ji bo mêran” daxwaza tiştên din dike. Êdî li kesekî guhdariyê nake.

Gilika wê rabûye: “ ji bo jinan” daxwaza tiştên din dike.

Mêrandin: “ rayêdan”: nîşandana bi lez: mînak: 1. lawik tewanbare, newêre xwe bi bavê xwe bimêrîne. 2. Wê keçikê pêsîrên xwe bi min mêrandin. 3. Perên xwe bi me namêrîne.

Bûktiyan dike: berê wexta keçek dibû bûk hetanî mehekê bi mêrên din re qise nedikir. Jê re digotin:  bûktiyan dike. Aniha ji kesên asosyal re tê gotin.

 

darhevris@hotmail.com 

 

***

 

Nivîsa QATO ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Eyoyê Devxwar û Rojava!...
- Kerê Mihoyê Abo û hin pirs

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Têkiliya Resûl Bafeyî û pirtûkan çawa ye?

news

Nûbihar bi berhemên xwe amade ye...

news

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li benda xwendevanên xwe ye

news

podcast diyar #diyarname20salîye #podcast #diyarname #booktok #3deqe #film #news #hinar #love #amed

news

Agahiyên li ser weşanxaneyên kurdan û fûarê

news

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 12 2025

Weşangerên kurd qala pirtûkên xwe dikin

news
  • 12 12 2025

Taştêya îngilîzan, şnîtzela avûsturyanan û ahtapota galîsyanan

news
  • 09 12 2025

Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna

news
  • 08 12 2025

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Demîrtaş: Merengoz çûn Îmralî mase jî çêkirin lê...

ad

Der barê hevserokan de lêpirsîn dan dest pê kirin

ad

Pêşmerge gihîştin Kobanî

ad

Kurdan got, 'One minute'

ad

Paytexta pirtûkan îsal Atîna ye

ad

Divê em xwe nexapînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Mungan: Tirkiyeyê ne tenê ziman, wijdanê xwe jî winda kir

  • 13 12 2025
news

FîlmAmed bi xelatdayînê bi dawî bû

  • 14 12 2025
news

Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje 'Divê li her malî bi kurdî bê axivîn'

  • 14 12 2025
news

Weşangerên kurd qala pirtûkên xwe dikin

  • 15 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname